Îbrahîm Biro: Ji bo aştiya gelên Sûriyê peyama Serok Barzanî gelek giringe
Endamê Encûmena Niştimaniya Kur dli Sûriyê (ENKS)ê behsa giringiya peyama Serok Barzanî dike û dibêje: ‘’Peyama Serok Barzanî ji bo aştiya temamê gelên Sûriyê, bi hemû pêkhate û rengên wê ve gelek giringe, ku ji bo aştiyê gav bê avêtin û aramî di nav gelên Sûriyê de ava be.
Roja 15.12.2024ê Serok Barzanî peyamek belav kir û di peyama xwe de amaje bi daxuyaniyekî Ehmed Şera ya derbarê gelê kurdên Sûriyê de kir ku gelê kurd wek beşek ji niştiman û hevbeşê Sûriye ya dema pêş pênase kiribû û vê derbarê de Serok Barzanî jî ragehand: Ew nêrîn ji bo kurdan û paşeroja Sûriyê cîhê keyfxweşiyê ye û em pêşwaziyê lê dikin û hêvîdarin ev bibe destpêkek bo rastkirina rêveçûna dîrokê û rastkirina wê danûstana xelet û nedirust a li hember gelê kurd li Sûriyê hatiye encamdan. Ev nêrîn rê vedike ji bo bingehkirina Sûriyeyekî bihêz û pêwîste kurd û ereb û hemû pêkhateyan din ve Sûriye mifayê ji vê derfetê wergire, ji bo ku li gel yek damezrandina Sûriyeyekî seqamgîr û azad û demokratik de beşdar bin.
Vê derbarê de endamê Encûmena Niştimaniya Kur dli Sûriyê Îbrahîm Biro ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek çawa Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serok Barzanî ji destpêka şer û aloziyên Sûriyê bê cudayî hemû gelên Sûriyê himbêz kir, naha jî ku Sûriye ketiye qonaxeke nû, peyama aştî ya Serok Barzanî gelek giringe ji bo hemû gelên Sûriyê, bi hemû reng û pêkhateyan ve.’’
Herwaha got: ‘’Ji destpêka şer û aloziyên Sûriyê ve peyama Serok Barzanî ji bo gelên Sûriyê peyama aştiyê bûye, derket take rê ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriye, bi taybet pirsgirêka kurd ji bo danûstan û aştiyê dikare bê çareser kirin. Hemû peyamên Serok Barzanî hêze ji bo Kurdistan a Rojava û peyama aştiyane bûn ji bo gelên din ên Sûriyê, kul i gel yek çarenivîsa Sûriye ya paşerojê diyarî bikin.’’
Derbarê yekgirtina aliyên kurd – Kurdistanî de jî got: ‘’Heta naha 3 rêkeftin di salên 2012, 2013 û 2014ê di navbera hêzên kurdên Sûriyê de, di bin çavdêriya Serok Barzanî de hatine kirin. Lê mixabin PYD bi ti awayekî pêbendî wan rêkeftinan nebûye, ku naha PKK destwerdanê dike li Kurdistana Sûriye û rêgiriyê dike li nêzîkbûnê û rêkeftina aliyên kurdî – Kurdistan a Sûriyê.’’
Herwaha got: ‘’Hemû aliyên Sûriyê ji bo gelê xwe amade ne xwe biguherin, wek nimûne Ehmed Şera ji bo aştî û aramiya gelê Sûriyê xwe ji grubên tund qutkir û bi taybet navê xwe jî diguhere û amadeye hikûmetekî demokratik ava bike, lê HSD û PYD nikarin ji bo aştî û aramiya Kurdistan a Sûriyê û sûd wergirtina vê derfeta dîrokî cudabûna xwe ji PKKê divê ragehînin.’’