Civak

Rengîn tu ne tenê yî

Li sinorê Sêmalka aliyê Kurdistana Rojava asayişa PYD nehişt Rengin Şero peyamnerê Rudawê derbas bibe.Rengin ji bo ku diya wê nexweş bû dê serdana diya xwe bikira .Asayişa PYD li ber çavê babe wê heqaret lê kirin, wek jinekî ew tacîz kirin û xirandin vegerandin Başûrê Kurdistanê.Gelo li himber vê bûyerê ji bo çi deng ji dezgehên ku xwe sivil didin nasandin li Bakurê Kurdistanê dernakeve?Gelo ewên xwe wek parastina mafê jinê didin nasandin çima li himber vê bûyera rûreş bêdeng dimînin?Rojnemevanên Bakur li kijan xwê de ne bê dengin?Gelek vekirî dezgehên ku xwe sivîl didin nasandin û ji derê siyaseta PKKê nikarin tu helwestî nîşan bidin, bila nave xwe biguherin û behsa azadiya rojnemegeriyê nekin.Siyaseta durû kesekî nagihîne cihekî.Rengin Keçekî kurde, rojnemevane karê xwe dike. Rasta êrîşekî qirêj hatiye. Ji bo çi ev bêdengî? Gelo polisek Tirk li himber jinek rojnemevanek kurd vê yekê bike dê helwesta we çibe?Ya herî girîng ev keça kurd rastî erîşek qirêj hatiye, kî ev êrîş kirî ne girîng e. Gerek ev yek bê şermezarkirin.Baş bizanibin ew kes, dezgeh yan jî aliyê bûyera rûreş li dijê Rengin Şero şermezar nekirin û bê deng mayin şirîkê vê bûyera qirêjin.Di siyasetê de jî ehlaqek heye. Dema ev yek winda bibe tu nirxê helwesta namîne.Em bi hemû awayî bûyera li dijê Rengîn Şero şermezar dikin.Rûreşî ji bo wan destane ku dirêjî Rengîn bûne.Rojevakurd

Back to top button