Kultur

Reklam bi zimanê kurdî

Li Tirkiye bê ku destura bingehin bê guhertin di derbarê karanîna zimanê kurdî di jiyana civakî de hinek gav tên avêtin. TRT 6 projeya herî mezin bû hukumetê di derbarê zimanê kurdî de kir rjiyanê. Lê  bi biryareke ya hukumetê ev yek hate kirin.  Guhertin di destûra bingehîn de ji bo zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî bikeve di bin demana desturê de nehatiye pejirandin.

Lê cardin ew qedexekirina ji avakirina cumhuriyetê heta niha hate rakirin û zimanê kurdî di weşanên televizyonî de hate karanîn. Heta niha reklam bi zimanê kurdî qedexebûn. Niha Dezgehê bilind yê televizyon û Radyoyê biryarek da ku, hêdî çêkirina reklaman bi zimanê kurdî televizyon û radyoyê de ne qedexeye û serbest e.

Balkêşe ku di Dezgehê bilind yê Televizyon û Radyoyê de ji bo vê biryarê dengdan hate kirin.3 endamên ku nûnertiya CHP û MHP dikin li dijî vê biryarê derketin û biryar bi dengê 5 kesên AK Partiyê hate girtin.

Back to top button