Civak
Rêkeftina PDK û YNKê
Doh li Hewlêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser asta lijneyên hilbijartinê hatin cem hev.
Piştî civînê di daxuyaniyek hevbeş de, her du aliyan ragihandin ku li ser çawaniya lidarxistina hilbijartinên pêşwext li hev kirine.
Herdu aliyan li ser madeyên derbarê sererastkirina yasaya hilbijartinan û jinûve aktîvkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li hev kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Biryar e ku di rojên pêş de bi heman mebestê careke din alî bicivin û bigihin rêkeftina dawî”.
Hat zanîn ku her du alî li ser awayê hilbijartinan û hemahengiya li gel komîsyona hilbijartinên Iraqê ji bo sûdwergirtina ji lîsteyên dengderên Herêma Kurdistanê li hev kirine.