Polîtîk

Rêkeftina bi Rûsyayê re siyasî û aborî statuya Kurdistanê bihêztir dike

Şirovekarekê siyasî di daxiyenekê de dibêje ku beşdariya şandeya balaya Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di Foruma Êkonomiya Navdewletî li bajarê ST. Petersburg li Rûsyayê ji bo başûrê Kurdistanê, destkeftiyek dîrokî ye.Ekrem Onen ku diplomaya xwe ya diktorayê li Moskovaya paytexta Rûsyayê wergirtiye, di daxuyaniyekê de ji malpera kdp.info re dibêje ku, Rûsyayê piştî sala 2010ê siyaseta xwe ya derve guhertiye û têkeliyên xwe bi Rojhilata Navîn re bihêz kirine:- Rûsyayê têkeliyên dîrokî b gelê kurd re hene û saziyên medyayî weke, radyo û kovar ji bo kurda dabîn kirine. Di warê diplomasî jî de, Rûsyayê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekiriye û gelek mezine berpirsên wî welatî serdana başûrê Kurdistanê kiriye. Ev yek jî wê nîşan dide ku siyaseta hekîmaneya serokatiya siyasiya başûrê Kurdistanê li ser rêyek rast e.- Onen di daxuyaniya xwe de behsa rêkeftina navbera herêma Kurdistan û kompaniya Russneft ya Rûsyayê dike û dibêje:- Rêkeftina 20saliya navbera Kurdistanê û Rûsyayê de, statuya başûrê Kurdistan, ne bi tenê di warê êkonomî de, lê di warê siyasî de jî bihêz dike,Rûsya dixwaze digel Kurdistanê kar bike, ji ber ku nih li Rojhilata Navîn, Kurdistan statuyek bihêz e. Dewletên zilhêz jî dizenin Kurdistan ber bi serxwebûnê gavan diavêje, her ji niha weke dewlet miameleyê bi Kurdistanê re dikin.

Back to top button