Polîtîk

Barzanî: Em qebûl nakin hêzek tixûbê Kurdistanê derbas bike û îradeya xwe feriz bike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel gemeral Joseph fermandarê fermandeyîya nawendî ya arteşa Amerîkayê û general Tawnsênd fermandarê giştiyê hêzên hevpeymanan li Îraq û Suriyê û hijmareke şîretmendên arteşa Amerîkayê civiya û got ku herêma Kurdiatn bi tu awayî qebûl nake hêzek tixûbê Kurdistanê derbas bike û îradeya xwe feriz bike.Serok Barzanî ji fermandarên arteşa Amerîkayê re behsa reşa rojavayê Mûilê û başûrê Şingalê kir û got ku, ew şerê Heşda Şabî li wê deverê dike; eger armanc ji bona şerê terorîstên DAÎŞê be diruste, lê eger ew hêz hewil bide ajendeyên din, ji bilî şerê terorê, li wê deverê bi cî bike, hêngê ew dibe piroblemek mezin û aloz û dê bibe sedema jidestçûna hemû destkeftî û serkeftinên dijî terorî bi destve hatine:- Herêma Kurdistanê bi tu awayî qebûl nake hêzek tixûbên Herêma Kurdistanê derbas bike û îradeya xwe li ser deverê feriz bike. Hindek kes û alî mijûlin wan sedemên serhildana DAÎŞê dubare bikin.Barzanî ji şandeya mêvan re diyar kir ku di navebra pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanan lihevhatin hebû ku hêzeke mişterek ji pêşmerge û arteşa Îraqê bi hev re dervera başûrê Şingalê û rojavayê telefirê ji terorîstan paqij bikin. Arteşa Îraqê mijûlî şerê Mûsilê bû û pêşmerge jî pabendî bi wê lihevhatinê kir û êrîş nekir. Di vê navberê de Haşda Şabî bêy hevahengî digel tu aliyan tevgera xwe li wê deverê dest pê kir û rewşek aloz xolqand.

Back to top button