Polîtîk

Naveroka rêkeftina bi Rûsyayê re mijara civîna hikûmetê

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 06.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr civiya ku ev civîn taybet bi serdana şandeya balaya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Rûsyayê û beşdarîkirin di Foruma Êkonomiya Navdewletî de li bajarê ST.petersburgê û civînên bi serok, wezîrê derve û wezîrê enerjiyê yên Rûsyayê û her du kompaniyên Russneft û Gazprom bû.Serokwezîr behsa serdanana şandeya hikûmeta Kurdistanê bo Rûsyayê kir û got:- Ev sala duyemîn bû şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Rûsyayê beşdariyê di Foruma Êkonomiya Navdewletî de li bajarê ST. Petersburgê dike ku di wê forumê de rêberên welatên cîhanê, karsaz û şarezayên warê aborî û enerjiyê û warên din beşdariyê tê de dikin. Pêştir jî serok Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û birêz Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr beşdarî tê de kir bû.- Ev forum ji bona naskirin û aşnabûn bi kesatiyên xwedî biryarên siyasî û aborî li sertaserî cîhanê derftek bû. Di çarçoveya forumê de gelek dîdar û civîn tên encam dan. Di vê çarçoveyê de me birêz Vladimir Putin serokê Rûsyayê, Sergey Lavrov wezîrê derve, aleksende Novak wezîrê eberjiyê û hijmareke diplomatkar û kesatiyên biyanî û revenda kurdî li Rûsyayê dîtin. Di wan dîtinan de behsa pirsgirêk û astengiyên rûbirûyê Herêma Kurdistanê hatine û bi taybetî şerê dijî DAÎŞê û ew giriftariyên ji sedema wî şerî bi ser de hatine hat kirin.Serokwezîr got ku, hikûmet û gelê Kurdistanê bigiringî li têkeliyên xwe yên aborî û kulturî digel Rûsyayê temaşe dike û ew têkelî dîrokîne, herêma Kurdistanê amadeye zêdetir wan têkeliyan di tev waran de pêşde bibe, ji ber ku Rûsya hêzeke siyas û aborî ya cîhanî ye û hebûna têkeliyên xurt digel wî welatî di berjewendiya her du aliyan de ye, bi taybetî di demekê de ku Herêma Kurdistanê rûbirûyê pirsgirêka darayî bûye, geşepêdana têkeliyên aborî digel welatan dikare di çareserkirina pirsgirêkan de rol bilîze.Li dor wê rêkeftian hikûmeta Herêma Kurdistanê digel kompaniya Russneft îmza kirî, serokwezîr got:- Li gor wê rêkeftina destpêkî, ji bon ew bibe rêkeftina dawî, sê-çar meh pêwîstin, kompaniya Russneft ya rûsyayî ku ji %50 ew kompanî ya hikûmeta Rûsyayê ye, li Herêma Kurdistanê dê di warê enerjiyê de berhemanînê bike û li gor qanûnên Herêma Kurdistanê, hikûmetê desthelatên îmzakirina wê rêkeftinê hene. Ev rêkeftin di warê aborî û siyasî de ji bo Herêam kurdistanê mifadar e û piştî wan sê salên dijwar careke din bawerî ji bo bazarê Herêma Kurdistanê dirust dike.Serokwezîr eşkere kir ku ew rêkeftin ji sê xalan pêk tê:1- Kompaniya Russneft ji 25 bilokên neftê yên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di konferensa parsal de li Londonê ragehand bûn, li 5 bilokan berhemanînê dike.2- Ew kompanî dê boriya neftê ya Herêma Kurdistanê befireh bike ku bikaribe ji 700 hezar bermîlên neftê di rojekê de zêdetir bişîne.3- Ew kompanî bixwe dê neftê bikre û bo rafîneriyên xwe li Almaniya veguhêze.Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr behsa civînên siyasî yên di nava wê serdanê de hatine saz kirin kir û tekîd kir ku rêkeftina bi kompaniya Russneft re karekî baş e û di warê siyasî û aborî de di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Talebanî got ku parlemantoya Kurdistanê bi xwe desthilat bi Civata Neft û Gazê ya Herêma Kurdistanê re daye ku rêkeftinên bi vî awayî îmza bike.Li ser daxwaza beşdarên civînê, sekreterê civata wezîran behsa desthilatên Civata Karûbarên Gaz û Neftê kir û diyar kir ku li gor qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê jimare 22 sala 2007ê û bi taybetî madeya pencê desthilatan dide Civata Gaz û Neftê ku rêkefitnan îmza bike, siyaseta neftê darêje û pilana geriyan, dîtin û pêşxistina bîrên neftê amade bike. Madeya şeşê ji wê qanûnê desthilatan bi wezareta samanên xwezayî dide ku,danûstandin, encamdana rêkeftinan û bicîkirina hemû rêkefitnên neftê dide:- Li gor wê rêkeftinê kompaniya Russneft dê berhemanînê di 5 bilokên neftê de bike, rêkeftinek destpêkî ye û di paşerojê de rêkeftina dawî li gor qanûna neft û gazê ji aliyê Civata Gaz û neftê ve bê pesind kirin.

Back to top button