Cîhan

NY: Em hêvîdar in referanduma Kurdistanê bi aştiyane be

Li Parlementoya Yekîtiya Ewropayê îro li ser mijara rewşa Mûsilê ya piştî DAIŞê civînek hate lidarxistin û nûnerên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.Şêwirmendê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY Adem Ding li ser mijara pêşîgirtina komkujiyan axivî.Piştî civînê Adem Ding ji Rûdawê re ragihand: “Êzidî karesateke kûr û bi jan dîtin. Ez hêvî dikim ji vê civînê encameke baş were bidestxistin û biryar were dayîn ku êzidî rastî komkujiyê hatine.”Li ser pirsa “gelo we ji bo ku komkujî were nasîn çi kir?” Adem Ding wiha bersiv da:“Ev pirseke gelek giring e. Ez çûm serdana Hewlêr û Bexdayê. Gava vegeriyam, bêhtir li ser mijarê sekinîm. Ji bo piştgiriyeke zêde, xebitîm. Divê pispor herin herêmê. Li ser vê mijarê gelek belge û dokumênt hatin berhevkirin. Lê pêwîstiya bi hin belgeyên din jî hene.”Li ser pirsa “gelo ji bo referanduma Herêma Kurdistanê NY dê bibe çavdêr an na?” Ding aşkere kir:“Ez nizanim gelo NY dixwaze bibe çavdêr an na. Hêvîdar im her tişt bi rêya aştiyê pêk bê.”Ding herwiha diyar kir: “Ez çûm serdana Herêma Kurdistanê. Haya min ji geşedanan heye. Li gor min referandum biryara gelê Kurdistanê ye û herî dawî ew dê bibin beşek ji pêvajoyê. Di vê pêvajoyê de divê bi taybetî ji komên xort û jinan re giringî were dayîn. Ev nêrîn, nêrîna Sekreterê Giştî yê NY jî ye.”Weke din Adem Ding bal kişande ser wê yekê, ku li Iraqê dibe ku hin kesên ku rûyê xwe dane aliyê DAIŞê hebin, divê mirov alîkariya wan bike û ramanên wan biguherîne. Herwiha destnîşan kir: “Em ji vêya bawer im; em dikarin bi hev re li Kurdistaneke nû û li Iraqeke nû, di nav aştiyê de bijîn.”

Back to top button