CîhanPolîtîk

Rejim arikariya şervana li Efrinê dike

Ajansa Reuters îdia dike ku rejima Suriye li Efrinê arikariya HSD dike û li dijê Tirkiye şer dike. Ajans dibêje demekî YPGê arikariya Suriye daxwaz kirîbû.Lê Şamê bersiva daxwaziya YPGê nedabû.Reuters dibêje ku, raste rejima Suriye bersiva daxwaziya arikariyê neda YPGê, lê nûnerên herdu aliyan ji Reutersê re didin xûyakirin ku rejima Şamê rê dide ku şervanên kurd derbasî herêma Efrinê bibin û herweha rê dide sivilên deverê jî.Ajans dide xûyakirin ku ev yek jî cureyek yê arîkariyê ye. Herweha Reuters dide xûyakirin ku, Esad bê ku tiştekî bike ji vê rûdanê feydê dibîne. Li gora ajansê pêwendiyên Kurda li gel Amerika başin, lê naxwazin xwe ji rejimê jî dûr bêxin. Kurd didin xûyakirin ku ji bo şervanên xwe rêkin hewara Efrinê rejima Suriye rê ji wan re vekiriye. 

Back to top button