Cîhan

Rejim a Suriye li dijê gel tawanên mezin dike

Li Qahîrê kongreya opozisyona Suriye civiya di kongreyê de ENKS jî amade bûne. Di vekirina kongreyê de wezîrê derve Hişyar Zêbarî axavtinek kir û di derbarê Rewşa suriye û helwesta Iraqê de rênînên xwe gotin.

Zêbarî di axavtina xwe de di derbarê helwesta Iraqê de got: Iraq di pirsgirêka Suriye de ne bê aliye. Ji ber ku Iraqk aliyê gelên Suriye disekine.

Hişyar Zêbarî behsa girngiya yekbûna opozisyona Suriye kir û got:  Yekitiya opozisyona Suriye gelekî girîng e. Eger opozisyon yekitiya xwe pêkbîne wê Encumane asayişa navdewletî jî bi hêztir tevbigere. Em jî bi hemî imkanên xwe pişgiriya guhertina ji bo demokrasiyê bi aşitiyane bikin.

Hişyar Zêbarî da xuyakirin ku ew bi tecrûbên xwe yên li Iraqê baş dizanin ku li himber rejimên diktator sekinadin çeweye.

Wezîrê derve yê Iraqê kiryarên rejima Suriye tawanbar kir  û da xuyakirin ku, rejima Suriye tawanên mezin li dijê gelê xwe dike.

Axavtina wezîrê derve yê Iraqê gelek bi gotinên Malikî ve nedigonca. Lê axavtina Hişyar Zêbarî bê hemdî Nurî Malikî bê jî ji aliyê opozisyonê ve wek pişgiriyek girîng hate nirxandin û wan bi germî pêşwaziya gotinên zêbarî kirin.

Back to top button