Polîtîk

Nûçeyên di derbarê Ocalan de tên çi wateyê?

Ev çendake ku di derbarê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, nûçeyên cuda derdikevin. Hin caran siyasetmedar hin îdia diavêjin holê, her tim jî çapemeniya Tirkiyê, her roj bi îdiayek nû derdikeve holê. Dema hemû nûçeyan û îdiayan didî ber hev, ferq dikî ku, bi vê siyasetek tê xwestin ku were meşandin. Gelo armanc çi ye? 

Nêzika mehekê berê, Serokê MHPê Devlet Bahçeli îdiayek avêt holê. Got ku, çima ji Ocalanê ku di her mijarê de fikrên xwe digotin bêdeng e, ew ne li Îmraliyê ye. Li ser vê hema hema her roj nûçeyên û îdiayên nû derketin.

Hefteya çûyî, her roj li ser hev rojnameya Aydinlikê di derbarê Ocalan de îdiayên balkêş weşandin. Rojekê îdia kir ku, Ocalan ne li Îmraliyê ye, ew li Bursayê li mêvanxana MÎTê dimîne. Rojnameyê wek rêzenivîsekê, roja din îdia kir ku, Ocalan li cem MÎTê bi Amerîkayê re hevdîtin çêkiriye.

Li ser ev îdiayan, wezîrê dadê daxuyanî da ku, Ocalan li Îmraliyê ye û kesên bi vê bawer nakin, bile biçin Îmraliyê.  Dûra hat gotin ku, Leyla Zana li ser daxwaza Ocalan bi Erdogan re hevdîtin çêkiriye.  Di heman demê de îcar serdozgeriya Bursayê daxuyaniyek da û got, Ocalan ti cara li Girava Îmraliyê derneketiye. 

Îro jî, rojnameyan weşand ku, Ocalan bi wezîrê dadê re nameyek şandiye. Ocalan di nameya xwe de, hat îdia kirin ku, gotiye, PKKê û BDPê ez xapandime û ez naxazim kesekî bibînim. Yanê Ocalan tecrîda li ser xwe bixwe xwestiye. 

Tê zanîn ku, nêzika salekêye, Ocalan ne bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re hevdîtin nekiriye. 

Duh, serokê MHPê Devlet Bahçeli cereke din daxuyanî da û got, em bawer nakin, bila wezîrê dadê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re sûretekî bikişîne. dema mirov van îdiana datîne ber hev, tenê li holê tevliheviyekê dibîne. Gelo armanc çi ye û ev îdiayana bi zanebûn ji navendekê têne weşandin? 

Back to top button