Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Divê pirsa neftê bibe pirseke netewî

Çend kontiraktên din yên neftê di sewyeya Exxon Mobil de tên îmza kirin

Nêçîrvan Barzanî:

– Piştî du mehên din kevirê bingehîn yê firokexaneya Duhokê tê danan.
– Siyaseta hikûmeta Kurdistanê ew ku desthilatên zêdetir bide wîlayetan
– Herêma Kurdistanê pêwîstî bi kampaniyayeke niştimnaî bo avakirina xwendingehan heye
– Em dixwazin esasekî rêkûpêk bo pêşerojeke geş deynin
– Pirsên navbera herêma Kurdistanê û Îraqê, şerê di navbera demokrasî û çûn ber bi diktatorîyê ve ye
– Nefta me kilîta pêşkeftina welatê meye û dive bibe pirseke netewî

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveyê sedana xwe de bo bajarê Duhokê û beşdarîkirin di merasima xwendekarên derçûyên zançngeha Duhokê de, îro roja sîşemiyê (03.07.2012) digel walî û berprisên îdariyên wîlayeta Duhokê civiya.

Di civînê de, serokwezîrê Kurdistanê behsa giringiya wîlayeta Duhokê û cîyê wê yê cografî kir û got ku ew kêfxweş e dibîne roj bi roj wîlayeta Duhokê ber bi pêş diçe û got:

– Ew rêkûpêkiya li Duhokê heye li kêm deveran din tê dîtin.

Beşdarên civînê bi dûr û dirêjî giriftarî, pirsgirêk û daxwazên xelkî yên di warê giringîdan bi wîlayeta Duhokê û pêşkeşkirina xizmetên baştri ji serokê hikûmetê re behis kirin. Nêçîrvan Barzanî jî digel berprisên îdariyên wîlayeta Duhokê minaqeşeya çewaniya çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyên îdarî, pêşkeşkirina xizmetên zêdetir di warê saxlemiyê, perwerdeyê, av, elektirîk, mazoy, rê û pir û yekalîkirina pirsên zeviyên zîraetê, kir
Serokwezîrê Kurdistanê hêvî kir ku piştî kêmtir ji du mehên din vegere Duhokê û kefirê bingehîn bo avakirina firokexaneya Duhokê dabine.

Serokê hikûmetê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyê bi deverên veqetandî dike û tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye li devera Şigal, Zimar û derdûrên wê hijmareke xwendingehan ava bike û hemû pêdawîstiyên perwerdeyê jî ji wan herêman re dabîn bike.

Barzanî behsa kêmiya xwendingehan li herêma Kurdistanê kir û got ku avakirina xwendingehan ji karên pêşîneyên kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê ye.

Di warê tendirustiyê jî de, di civînê de biryar hat dan ku di heftiya bê de dest bi çareserkirina pirsên saxlemiyê bê kirin û hemû pêdawîstiyên wîlayeta Duhokê yên di tendirustiyê de dabîn bikin. Di çarçoveyê vê pilana wîlayeta Duhokê a di warê saxlemiyê de, çend nexweşxaneyan li nav bajarê duhokê û bajarokên derdûra wê ava bikin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna digel walî û berpirsên îdariyên wîlayeta Duhokê de behsa rewşa siyasiya herêma Kurdistanê û Îraqê kir û got:

– Pirsên navbera herêma Kurdistanê û Îraqê, şerê di navbera demokrasî û çûn ber bi diktatorîyê ve ye.

Li dor siyaseta neftê a hikûmeta Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî got:

– Nefta me kilîta pêşkeftina welatê meye. Meseleya neftê li herêma Kurdistanê divê bibe pirseke netewî. Hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser siyaseta xwe ya neftê berdewam be û di pêşerojeke nêzîk de kontraketên mezintir, di sewyeya kontirakta Exxon Mobil de, digel çend mezine kompaniyên din yên cîhanî îmaza dikîn, ev jî li gor wan mafên di destûra Îraqê de ji me re hatîne dan tê kirin. 

Back to top button