Polîtîk

NB: Me Iraqeke demokratîk û federal divê

 

Duhî êvarê roja duşemiyê (02.07.2012) li bajarê Duhokê, bi beşdariya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, zanîngeha Duhokê merasimek ji bo mezûnkirina xwendekarên xwe saz kir.

Di merasima dewreya 17-mîn a derçûyên xwendekarên zanîngeha Duhokê de, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeşî kir û pîrozbahî li xwendekarên derçûyî yên unîversîteya Duhokê kir.

Serokê hikûmetê di peyva xwe de behsa rola xwendekarên derçûyên zanîngehan di nav civaka Kurdistanê de kir û got ku, derçûn ji zanîngehê bi tenê ne wergirtina diplomayeke sewye bilind e. Derçûna ji zanîngehê, ji bo berhevkirina gêncan bo avadankirin û pêşdebirina welêt û bo bilindkirina astê civakê li Kurdistanê, piroseseke sewye bilind e.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê , herwesa, got ku wezîfeya hikûmetê ewe ku, atmosferekî wisa peyda bike ku, her kesek li vî welatî bikare bixwîne û xwepêbigihîne û ev jî mafekî destûrî yê hevwelatiyan e. ”lê girftarî hîngê dest pê dike dema ku, hemû derçûyên zanîngehan bixwazin li sektora hikûmetê kar bikin û bên teyînkirin.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axavtina xwe de behsa rola sektora taybet di teyînkrina xwendekarên zanîngehan kir û got:
– Li welatê me, mixabin, hêşta sektora taybet û karên xwemalî ew rol nedîtiye, hêvî dikim ku em hemû bi hev re, ji bona xewna derçûyên zanîngehan bicî bê û bikaribin xizmeta welat û gelê xwe bikin, kar bikîn.
– Bi vê minasebetê, ez daxwazê ji kompaniyên navxweyî û biyanê dikim ku digel hikûmeta herêma Kurdistanê hevkar bin û fêdey ji şiyan û taybetmendiyên xwendekarên derçûyên zanîngehan werbigirin. Daku em hemû bi hev re infrastriktura welatê xwe avadan bikin.

Serokê hikûmetê di peyva xwe de got ku bes li wîlayeta Duhokê sê zanîngeh hene; du hikûmî û yek jî ehlî ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê di warê xandina bala de siyaseta nemerkezî bikartîne.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa kirîza siyasiya Îraqê kir û got:

– Me Îraqeke federal, demokratîk û destûrî divê, Îraqek ku tê de herêma Kurdistanê hest bi hebûna xwe bike û bikare biryarên xwe bide. Ev gelek salin hikûmeta Îraqê siyaseta texîrkirina çareseriya aloziyan digel herêma Kurdistanê bikartîne. Vê siyaseta Bexdayê û çêkirina astengiyan li pêşiya kar û bernameyên hikûmeta herêma Kurdistanê wisa kirye ku bêbawerî peyda bibe û êdî herêma Kurdistanê nikare çareserkirina pirsên hilawîstî gîro bike 

 

Back to top button