PKKê Serokê navçeyê revand

Li Wanê, li navenda bajêr şeva çûnê seet di 19.20 an de, Serokê Navçeya Gulpinarê yê AKPê Hayrullah Taniş, ji aliyê PKKê ve hatiye revandin. Dema ku Hayrullah Taniş, bi nîyeta vegera Gurpinarê li trimbêla xwe siwar dibe, ji aliyê PKKê ve tê girtin û revandin. Piştî revandina Taniş, li navenda bajêr heta danê sibê operasyon hatin lidarxistin. Heta niha hîn Serokê Navçeya Gurpinarê yê AKPê Hayrullah Taniş nehatiye dîtin.

Serok Bajarê Wanê yê AKPê Abdullah Aras jî bûyera revandina Taniş piştrast kir. Aras diyar kir ku, ew nizanin ku Hayrullah Taniş ji liyê kê ve hatiye revandin. Dîsa Aras got ku, heta niha ti kesî bi wan re pêwendî daneanîye.   

Nerîna min :