Esad poşmaniya xwe anî ziman

Serokdewletê Suriyê Başşar Esad, bi rojnameya Cumhuriyetê re axifî. Di axaftina xwe de Esad got, “xwezîka me balafir nexista.” Li ser pirsekê, “we çima balafira bêçek a Tirkiyê xist?”, Esad wiha gotiye, “Wê balafirê, dalana ku her tim balafirên Îsraîl bikardianî, bikaranî. Ji ber ku di radara de me nedît û agahî jî nehatibûn dayîn, me xist. Dûra me fehm kir ku balafira Tirkiyê ye.”
Beşşar Esad, di mijara lêborîn xwetinê de jî wiha gitoye, “ger balafir di nav qada navneteweyî de bihata xistin, bêteredut me yê lêborîn bixweta. Ji sedî re sed ez dibêjim ku, xwezîka me nexista.”
Esad, li civîna Cenevreyê a ku teksteke hevkar derketibû de jî nirxandinên xwe kirin. Esad got, “Di tekstê de ji bo biryara gelê Suriyê rêzgirtin cih digre, ew ji bo min bes e.”
Di 22ê Hezîrana 2012 an de, balafireke şer a dewleta Tirkiyê, di nav qada hewayî a Suriyê de, ji aliyê dewleta Suriyê ve hatibû xistin. Li ser wê bûyerê, gellek niqaaş derketibûn ku, hîn jî dewam dikin. Tirkiye û Suriye hindik mabû ku dest bi şerekî bikin.
Careke ewile ku Esad di vê mijare de dipeyive.