Polîtîk

PKK û BDP min dixapînin

Rojnama Sabah a Tirkî îdia dike ku wan nameyek ya serokê PKK-ê Abdullah Ocalan destxistiye. Rojaname dinivîsînê ku name ji aliyê Ocalan ve bi xetên destî hatiye nivîsandin û ji bo wezareta dadê hatiye rêkirin.

Ocalan di vê namê de dibêje: Parêzer gotinên min çewt digihînin. PKK û BDP min dixapînin. Ez hêdî naxwazim wan bibînim.

Li gora ku Rojanme dide xuyakirin hinek rayadarên paye bilin gotine ku, eve 11 mehin ku kesek Ocalan nabînê, lê ev yek li ser daxwaziya wî çêbûye. Ocalan bi xwe tecrît daniye ser xwe.

Ocalan di nama xwe de dixwaze ku pêvajoya Oslo berdewam be. Ocalan daxwaza hevdîtinê li heyeta ku Pêvajoya Osloyê de amade bûyî kiriye. Daye kifşkirin ku ew naxwaze kesek din re hevdîtinê bike.

Li rayadarên paye bilin gotine ku piştî nameyê kesekî ji wan li gel Ocalan hevdîtin nekiriye.

Roja 14-ê Temuzê 2011-ê piştî bûyera Farqînê ku 13 leşker hatîn kuştin carekî parêzerên Ocalan çûne Îmralî û hevdîtinek kirine ji wê rojeve heta niha kesek nedîtiye.

Ocalan dabû xuyakirin ku agirê leşkera û gerila dişewîtîne yek agire. Herweha  li gora hingê Ocalan gotî piştî bûyera Farqînê du rojan yanî 16-ê Temuzê heyetek Tirkî li gel wî di wê derbarê de hevdîtinek kirîbû.

Back to top button