Polîtîk

Talabanî pişgiriya Malikî dike

Parlementerê parlementoya Iraqê yê kurd Dr. Mahmut Osman daxuyaniyek da rojnama Şerk El Ewset a erebî û behsa rewşa Iraqê û taybetî rewşa serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî kir.

DrMahmut Oasman da xûyakirin ku,Irak bi serokwezîrîtiya Nurî Malikî ber bi dîktatoriyekî ve diçe. Malikî di bin navê serfermandariya giştî milyonek çekdar êxistiyê di bin destê xwe.

Osman bangî Malikî dike û dibêje: Xwe ber çavre derbas bike, ji ber ku kurd, şîe, sune, ereb û turkmen dixwazin tê ji kar dûr bêxin. Nabê ku tu guhê xwe nedî kesekî û her wek xwe bikî.

Dr. Mahmut Osman di vê derbarê de behsa helwesta serokkomarê Iraqê Celal Talabanî jî kir û got: Talabanî naxwaze bawerî ji Malikî bête standin.Ew dixwaze civîna niştimanî darbêxe ji ber ku baweriya wî ji standina baweriyê ji Malikî tuneye.Ji destpêkê ve heta niha her tim Talabanî pişgiriya Malikî kiriye.

Osman di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de jî got: Li Iraqê dewlet tuneye.Welat ji aliyê lîsteyekî(grubekî) ve tê îdare kirin. Hemû dibêjin ku bila herkes girêdayê destûrê be, lê  herkes li gora berjewendiyên xwe destûrê dinêre û dinirxîne.

Back to top button