Malbata Ocalan pişgirî da Leyla Zana

Birayê Ocalan yê kiçik Mehmet Ocalan da xuyakirin ku Leyla Zana bi qîmet e.
Di derbarê Erdogan de jî Mehmet Ocalan got: Eger birêz Erdogan bixwaze dikarê pirsê çareser bike, ev rastiye ke. Herkes vê yekê dizane. Insan bi kuştina leşkeran û gerila xemginin û azab dikişînin. Kî vê yekê bide sekinadin karê herî baş dike.Kî van kuştina dawî bîne dê heta mirinê di bîra xelkê de bê.
Mehmet Ocalan ji rojnama Sabahê li gel Yahya Bostanci axivî.
Mehmet Ocaln di vê hevpeyvîna xwe de got:
“Divê herkese bi azadî dîtinên xwe bêje.Herkes jî rêzê li van dîtinan bigire.Zana dîtinên xwe gotine.Di nav Zana û dîtinên BDP-ê de ferqek tuneye.Divê herkes pişgiriya vê gavê bike.“
“Duran Kalkan axiviye. Niha divê em rastiyê bibînin. Pirsa siyasî de xwediyê biryarê Ocalan e.Ocaln di bin tecrîtêdeye. Nahêlin kesekî bibîne. Ev pirsek insaiye famê mirovan ve girêdaye.Qet nebê divê ez Ocalan bibînim.“
Di derbarê hevdîtina xwe ya dawî de li gel Ocalan jî got: “ Herî dawî li Îmralî min Ocalan dît. Piştî hevdîtina wî li gel parêzgerên wî du mehan bû. Ji minre got: Dê pirs ihtimalek mezin rojên pêşiya me de bête zelal kirin.Pêvajo ber bi aşitiyê ve herê gelek baş dibe. Lê dikarin pêvajoyê astenk jî bikin. Lê dikare ber bi aşitiyê ve jî herê. Emê hêviyê bin.
Piştî vê ez carekî din çûme Îmralî da ku Ocalan bibînim. Midurê girtîgehê nivîsek ji Ocalan ji min re anî. Ocalan nivîsiye ku; pêvajo zîz e em hevnebînin.
Min ji midur pirsî: rastî hun nahêlin em hevbibînin? Midur di bersiva xwe de gote min: Ew bi xwe naxwaz e.