
REFERENDUMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û DIJBERIYA WÊEv demek e ku Medyaya Kurdi li ser Referenduma Başûrê Kurdistanê ketiye nava gêdûkên xaçepirsî û şerekî sar lidar ketiye. Birrek dibêjie ”divê Referandûn çênebe” û aliyek dixwaze ku Referandûm çêbibe.Bêguman Referandum çendî ku bi ERÊnî encam bibe jî, nayê wateya ku wê roja 25ê Êlûnê serxwebûna Kurdistanê bête îlankirin. Lê eger Referandum bi NAtiyê jî encam bibe, dîsa nayê wateya ku wê Kurdistan serxwebûna xwe îlan neke. Ji ber ku serxwebûn mafekî rewa yê Neteweyê Kurd e.Hin dewletên ciran û kolonyalîtên Kurdistanê, jixwe diyar e ku ew çu maf ji bo Kurdan naxwazin. Lê ev kes û hêzên ku li dij Referandumê derdikevin jî, pir eşkere ye ku ew dixwazin Kurdên Başûr her di binê desthelatiya Ereban de bimînin û hertim qetlîam li wan bêtin kirin, gundên wan bêtin şewitandin û bajarên wan wêran bibin. Herweha keç û jinên wan jî li bazarên jinfiroşiyê bêtin firotin.Berî her tiştî Referandûm mafekî rewa yê demokratîk e ji bo her miletî û ji bo Kurdên Başûr jî. Derketina li dij Referandumê jî, dijberiya demokratiyê ye.Diyar e Kurdan şerekî xwîndar kiriye heta ku hatine vê sawiyê û divê bedêla wî şerî jî werbigirin ku ew jî serxwebûna Kurdistanê ye.Serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Wijdana Giştî ya cîhanê ve hatiye programkirin. Eger dijber çiqas jî dijatî bikin, nema karin dîwarê serxwebûnê hilweşînin. Lê dikarin geremoleke şîlo heta demekê bidin çêkirin, ew jî mafekî wan ê dijberiya demokratiyê ye. Lê wê mêjû yek bi yek navê wan dijberan di rûpela xwe ya reş de binivîse û heta ku Neteweyê Kurd li jiyanê be jî, dê her rûreşiya wan dubare bibe.Gotineke Pêşiyan weha heye: ”Silav li qewetê ye!”Kurdên ku ev e dused sal in ji bo azadiya xwe şer dikin û bi sedhezaran şehîd dane, dikarin dused salên dî jî şer bikin. Wê bikin jî, heta ku azadiya xwe bi dest bixin.Bêguman heta ku Neteweyê Kurd negîje azadiya xwe, aramî û êminatî jî li Rojhilata Navîn çênabin. Ji ber hindê divê hemû kesên xwedî wijdan û xwedî îman, ji Kurdan re bibin alîkar, da ew azadiya xwe bi destbixin.Yanena, wê tofanên mezin bi ser Rojhilata Navîn ve werin. 26/ 08/ 2017Zeynelabidin Zinar