CîhanPolîtîk

Îran xwe amade dike ku êrîşê pêşmergeyan bike

Supaya Pasdarên Îranê li herêmên sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên weke Serdeşt û Pîranşarê (Xanê) zêde kiriye. Herwiha gelek curên çekên giran jî li van sînoran bicîh kirine. Çavkaniyeke agahdar ji Rûdawê re ragihand, ku Supaya Pasdaran plana êrîşkirina ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê daniye.Berpirsên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî piştrast dikin, ku Îranê hêzeke zêdetir aniye ser sînoran û dibêjin, eger pasdar êrîşê wan bikin ew dê bersivê bidin.Nêzîkî 20 rojane Supaya Pasdarên Îranê hêzeke zêdetir aniye navçeyên Kelaşîn, Siyako, Dolmeydan, Xirgedaşan, Zêwke û Maşkanê ya ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê. Ji bilî van hêzan, topxaneyên Îranê jî hatine bicîhkirin û firokeyên bê firokevan jî çavdêriya herêmên sînor dikin.Hate gotin, ku ev hêz bi armanca manora serbazî, an jî tatbîqatê hatine ser sînor. Lê li gorî zanyariyên Rûdawê, Supaya Pasdaran amadekariya lêdana baregahên partiyên Rojhilat dike. Qerargeha Hemze ya Supaya Pasdaran jî hişyarî da ku li hember her liv û tevgerekê ew dê baregahên van partiyan, bersivê bidin.Ji aliyê din ve, pêşmergeyên partiyên Rojhilat dibêjin, ew amade ne bersivê bidin hemû êrîşan lê amadekariyên pasdrên Îranê jî weke “propaganda” dibînin.Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Kawa Behramî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Îran ev du sale bi belavkirina van dengûbehsan, şerê derûnî bi hîzbên Rojhilatê Kurdistanê re dike. Lê ji ber aloziya li herêmê, Îran di vê demê de naxwaze li ser sînoran operasyonên leşkerî bike.”Bi nêrîna Behramî, eger Îran serweriya xaka Herêma Kurdistanê binpê bike, dê rastê karvedana hêzên Başûrê Kurdistanê û cîhanê were. Li gel vê yekê jî Kawa Behram î pêşbînî dike, topbarana hêzên Îranê berdewam bike.Di sala 2015ê de pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê careked in berê xwe dane navçeyên sînorî. Berpirsên siyasî û leşkerî yên Îranê, çendîn car bi zimanê gefxwarinê daxwaz kirin, ku hêzên xwe ji sînoran dûr bixin. Lê partiyên Rojhilat bi berovajî bersiv didin wan.Niha pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK anku HDK), Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA), Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşgeran li ser sînor in.Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Reza Kebî jî got: “Zehmet e, ku Îran bêyî destûr bikare êrîş bike vî aliyê sînor. Eger tişteke wiha jî kirin, em dê bersivê bidin û baregahên xwe vala nakin.”Li gorî plana Îranê, dê operasyona leşkerî ya li hember pêşmergeyên Rojhilat, heta kûrahiya 30 kîlometre nav xaka Başûrê Krudistanê de be.Li ser sînoran, ji bilî hêzên pêşmergeyên Rojhilat, hêzên PKKê hene. herwiha hejmareke zêde ya gundan, koçeran jî hene, ku her sal ji ber topbarana Îranê zirareke mezin dibînin.

Back to top button