Referandum di 12ê îlonê de li Tirkiyeyê
Li Tirkiyeyê, Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), biryar da ku, pakêta guhartina Destûra Bingehîn ku ji hêla serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gül ve hate erêkirin, di 12’ê îlonê de bixe dengdana gel.
Daxuyaniya ku ji YSK’yê hate kirin ji hêla medyaya Tirkiyeyê ve wek “nûçeya flaş” hate dayîn û hate destnîşan kirin ku, qanûnê derbarê guhertinên destûra bingehîn de di çarçoveya qanûna hilbijartinê de ye û moleta referandûmê jî 120 roj hatiye tesbîtkirin.
Cîgirê serokê YSK’yê Kırdar Ozsoylu da xuyakirin ku, bo referandûmê 12’ê îlona 2010’ê bi yek dengî tesbîtkirine
Mîmarê pakêtê AK Partî li dijî ew qas demeke dirêj derdiket, lê ji hêla CHP’yê ve ev dem dihate parastin.
Cîgirê serokê Koma AK Partiyê Mustafa Elitaş ,“Ger 110 dengan bibînin dê biçin Dadgeha Destûra Bingehîn. Ger YSK biryareke qanûnî bide, ew ê 60 roj molet dayne, lê ger 120 bide wê demê biryareke siyasî ye” gotibû.
Li aliyê dîtir hate ragihandin ku, CHP bo betalkirina pakêtê û nebikaranîna wê sibê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
Ji ber ku, pakêta guhartinê ya derbarî Destûra Bingehîn de, di dengdana parlamentoyê de dengê bes negirtine, piştî ku ji hêla serokomar bête erêkirin, divê her biçe wê aştiyê bixwe re bîne.
Hikûmeta AK Partiyê, pakêta ku hin guhertinan di Destûra Bigehîn a 1982’an de hefteya borî erêkirina yasayê ji hêla Parlamentoyê ve hefteya borî hatibû qebûlkirin.
– Di pakêtê de çı heye?
Pêşnûmeya guhertina Destûra Bingehîn bi dengên AK Partiyê hatibû qebûlkirin lê pêşnûmeya ku tenê di guhartina wê de benda ku girtina partiyên siyasî têk çû. Di bingehî de guhartinênên ku hatine kirin ev in
* Dadgeha Destûra Bingehîn û Desteya Bilind a Dozger û Dadweran (HSYK) ji nû ve tê rêkûpêk kirin.
* Serokê Parlamentoyê, Serfermandarê Giştî, fermandarên hêzan û Fermandarê Cendermeyê ji sûcên derbarî erka xwe de li Dîwana Bilind tên darizandin.
* Warê erk û peywira Dadgehên Leşkerî ji nû ve tê diyarbikirin.
* Rêya darizandinê li ber tawanbarên derbekariya 12’ê îlonê tê vekirin.
ym AKnews