Polîtîk

Pêwendiya Swîsre û Kurdistanê nirxandin

Li hevdîtinê de, rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û hewldanên pêkanîna Hikûmeta nû û pêwendiyên di navbera Herêm û Hikûmeta Iraqa Federal guftugo kirin û li vî warî de Serok Barzanî nêrîn û dîtina xwe sebaret bi van meseleyan xiste rû û ragihand ku gelê Kurdistanê dixwaze li çarçêweya destûr û berjewendiya hevbeş sercem gelên Iraqê û bi beşdariyeke rasteqîneya hemû aliyên Hikûmeta nû pêk bê.

Sebaret bi rewşa Kurdistanê jî, Serok Barzanî ragihand ku hemû lîsteyên serketiyên Kurdistanî îtîlafa fraksiyona Kurdistaniyan pêkaniye û ew îtîlaf jî xwedî bername û peyrewa navxoye û bi yek şand jî beşdarî li danustandinên Bexdayê dikin. Serok Barzanî eve jî ragihand ku biryara me ewe ku em bi bername tevbigerin û tu hêlêke me ya sûr jî li ser tu hêz û aliyeke siyasiya Iraqî tûne û bername jî divê li ser bingeha girêdayîbûna bi destûr û bi hemû maddeyan ve bê û amade jî bê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hêlawestî yên di navbera Hikûmeta Herêm û Hikûmeta Federal de.

Balyoz Martin Ayshbaxer xweşhaliya xwe bi van pêşketinan derbirî ku li hemû warên Herêma Kurdistanê da hatine holê û behsa rewşa ewlehiya Kurdistanê jî kir û da zanîn ku daxwaz û hêviya Hikûmeta wan ji bo pêşxistina pêywendiyên li navbera her du aliyan de heye.

Back to top button