
Fîlma “Sidîq û Piling” ya derhênerê Kurd Rêber Doskî xelata baştirîn fîlma Holandayê bi dest ve anî.
Naveroka fîlmê behsa ewe dike, Herêma Kurdistanê li salên 1960 an ve li nava şer û cengeke nerewa daye û berdewam xelkê Kurd li bicîhhiştina mal û warê xwe û wêrankarî û koçberiyê da jiyaye, berdewam nexşeya wî welatî li guhertinê de bûye.
Sidîq karakterê serekiyê fîlmê ye û ew bi xwe jî navî wî Mihemed Sidîq Barzanî ye, ji bilî wê dîmenê zêdetirê dîmenên arşîviyên nava fîlmê di dema xwe de bi kamêraya Mihemed Sidîq hatiye girtin, li berhemanîna fîlmê jî ji aliyê alîkarê kamêraman ve bûye.