Her sal di meha Adarî de em bi awayekî  Barzaniyê nemir bi bîrtînin. Bi vê minasebetê behsa rêbaza Barzanî behsa jiyan û tekoşîna ji bo destxistina mafên netewî yên Kurdan dikin.  Vê care bi kurtahî bê jî pêwîstî heye ku mirov behsa hinek çalakiyîn ji bo bîranîna Barzaniyê nemir têne kirin bike.

Barzaniyê nemir serokê netewî bi misebeta 35 saliya koça xwe ya dawî de li Bakurê Kurdistanê bi hinek çalakiyan tê bîranîn. Bê guman bîranîna Barzaniyê nemir ji bo têgihandina pirsa netewî û herweha ji  bo  têgihandina rêbaza barzanî bi xwe jî gelekî girîng e.

Bîranîna Barzanî li Bakur çima gelekî girînge? Ji berî 12ê Îlona 1980ê li Bakurê Kurdistanê, PDKT(KUK) li Şirnex sala 1979ê xwepêşandanek girsehî Barzaniyê nemir bîranî. Hewrweha di wê xwepêşandanê de gelek zelal behsa  jiyan û rêbaza Barzanî hate kirin. Heman demê de li Cizîrê PDKT di mizgeftekî de mewlîdek dan xwendin.

Ji bilî van herdu çelakiyan li hinek deveran layengerên PDKT(KUK) bi herêmî civîn pêkanîn û behsa rêbaza barzaniyê nemir kirin. Ji vê pêde çalakiyek din ji bo Barzaniyê nemir di wê qonaxê de nayê bîra min. Eger hinek hebin û min behs nekiribe  doza lêborînê li kesên pêkanîn dikim. Eger behsê bête kirin ji bo dîrokê dibe destkevtek baş.

Lê Piştî sala 1980ê heta sala 2012ê bi awayek girsehî li Bakurê Kurdistanê tu rewrisimek ji bo yadkirina Barzaniyê nemir nehatin li darxistin.

 Cara yekê bi minasebeta 33 saliya wefata Barzaniyê nemir Tevgera Ciwanên Kurdistanê li gel Ala rengîn weneyên Barzaniyê nemir li Quserê/Mêrdînê rakirin û Barzaniyê nemir bi bîranîn. Gavek girîng çalakiyek bi wate bû. Bi awayek din di vê derbarê de Tevgera Ciwanên Kurdistanê axa mirî li Bakur li ser xeta netewî dan aliyekî.

Piştî vê gelek deveran bîranîna Barzaniyê nemir hate li darxistin. Niha li gora nûçeyên digihin ,li Batmanê 1ê Adarê Barzaniyê nemir ji aliyê Komeleya Demokrtên Kurd  ve bi rewresmekî tê bîranîn. Li Diyarbekirê Platforma Demokratên Kurd 2ê adarê Barzaniyê nemir bi bîr tînin. Herweha Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye jî 2ê adarê li bajarê Şirnex barzaniyê nemir bi bîr tînin.

Mirov hêvî dike ku çalakiyên bîranîna Barzaniyê nemir bibe gavek ji bo tê gihandina rêbaza Barzanî.  Ne ku ev çalakî bibin şovek siyasî.

Bê guman berdewambûna çalakiyên têgihandina  rêbaza Barzanî li Bakur gelekî girîng e.

Ji ber ku ev rêbaz rêbazek netewiye, xwedî lê derketina mafên netewî û nirxên netewî ne.

Di rîbaza Barzanî de berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre tê girtin. Di rêbaza barzanî de kesayetek berz siyasî heye.

Di vê rêbazê de îstiqrarek siyasî heye. Cihê tewlûpêncikan di vê rêbazê de tuneye.

Dîroka jiyana barzaniyê nemir dîroka 50 salî ya siyeseta tevgera Kurdistanê bi xwe ye.

Sembola neteweyê Kurd barzaniyê nemir dê her rêya xeta netewî ronî bike.

Heta ku em mirov rêvingiyî rîbaza barzanîbe û Barzanî bi bîr û hizra mirov de be, mirov di xeta netewî de bi istikrar û dilsozî rêve diçe.

1.Adar.2014

Dara Bilek

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: