Civak

Rastiya zîndana Diyarbekirê

Li Diyarbekirê sempozyom a rastiya zindana Diyarbekir û Tirkiye,çêbû. Komisyona edaletê û lêkolînê ya zindana Diyarbekir, sempozyomek di derbarê rastiya zindana Diyarbekirê de çêkir.

Komiteya ku sempozyom pêkanî,  li gel malbat û kesên di zindana Diyarbekir de mayîn gelek hevdîtin kirine . Heta niha li bajarên wek Rihayê, Sêrtê, Entabê, Çolemêrgê, Mersînê, Enqere û Stanbulê li gel 451 kesên ku di zindana Diyarbekirê de mayîn hevdîtin hatine kirin û di derbarê rewşa zindanê de agahdarî ji wan standine.

Piştî sempozyomê daxûyaniyek hate belev kirin. Di vê daxûyaniyê de tê gotink u: “ Tiştên ku  li zindana Diyarbekirê bûyîn, şermezariyek mezin ya dewleta Tirk e. Tiştên li Diyarbekir bûyîn ne tenê li himber kesan bû, siyasetek leşkerî nijadperestî li himber gelê kurd bû. Armanca zilm û zordariya li zîndana Diyarbekir ew bû ku, kesayetan kêm bike, û bi awayek hovîtî nasnama kurdî ji holê rake û xelkê bike Tirk.“

zindana_diyarbekir_869655845.gif

 

 

Herweha hate ragihandin ku tiştên li zindana Diyarbekir hatîn kirin tawanek dijî mirovatiyê ye.

 

Back to top button