Cîhan

İspanya pêşniyara agirbesta ETA yê red kir

Pêşniyara Agirbestê yek aliyê ETA ji aliyê Hikumeta İspanyayê ve carekî dî hate redkirin.

 
Hikûmeta İspanya da zanîn ku daxuyaniya agirbesta ETA yê têr nake û ciddî nagrin.Li gor nûçeyên çapameniyê İspanya, berpirsyarên Hikumet ji ETAyê daxwaza daxuyaniya tinekirina çalakiyên tundûtijî dikin.

ETA di 5ê Îlonê de agirbesta yek aliyê îlan kirîbû.

Doh jî du endamên ETA axaftinek ji rojnameyê BASKê Garayê kirîbûn û digotin : Ger şart û mercên rast bihête amadekirin , ji bo tinekerine tundûtijiyê , ETA dikare digel Hikumeta Îspanyayê destpê diyalogê bike.

Berdevkêkî  Wezareta Navxoyiyê İspanya da zanîn ku daxuyaniyên ETAyê tenê windakirina wext e û bi kêrî tiştekî jî nayên.

Li gor nûçeyê rojnameyê El- Mundo berdevkê hikûmeta Îspanya li benda daxuyaniya tinekerina çalakiyên tundûtijiyê ETA yê ne .

Wezareta Navxoyiyê Îspanya Alfredo Perez Rubalcaba di destpêka meha Îlonê de daxuyaniyek dabû û digotîbû : ETA di paşarojê de jîg elek car agirbest îlan dikir û ew bixwe xirakirîbûn ji ber vê yekê baweriya me ya ji ETAyê re nîne.

ETA ji 40 salê zêdetire ku  têdikoşe û heta niha 820 kes ji ber êrîşên ETA yê hatine kuştin.

Di sala 2006an de jî di navbera ETA û Hikûmeta Îspanyayê de hevdîtinên aştî destpêkir lê piştî êrîşa balafirgeha Madrîd hevdîtin jî hilweşiyabû.

Back to top button