Hugo Chavez ji nû ve bû serokdewletê Venezuella
Di hilbijartina parlementoya Venezuellayê de Hugo Chavez dîsa bû serokdewletê Venezuella.
Li Venezuella 17 milyon hilbijêr çûn ser sendoqê . Li gor encamên ne resmî Serok Dewletê Venezuella Hugu Chavez desthilatdariya xwe parast.
Di parlamentoya Venezuellayê de 165 sandelî hene .Yekîtiyê partiyên muxalefet jî di parlemetoyê de 59 sandelî bidestxistin.
Li gor agahiyên anketên Venezuellayê jî Hugo Chavez popularîteyê xwe windakirîbû . Lê dîsa jî Partiya Chavez ya bi navê ‘’ Partiya Sosyalîsta Yekgirtî’’ di meclîsa Venezuellayê de sandeliyên xwe parast.
Berê 5 sal li Venezuella hilbijartinek hatîbû çêkirin lê wê çaxê ji ber boyqota partiyên muxalefet qontrola Parlementoya Venezuella ji % 100 di bin qontrola Chavez û çend partiyên çepê de bûn
Li gor berpirsyarên hilbijartinê , beşdarbûna hilbijartin %66 e.
Piştî 2 sal jî li Venezuella hilbijartina serokkomariyê heye.