“Rastî tehle“

Greva birçîbûna parlementerên HDPê

Parlementera Şirnexê Leyla Guven ji bo mercên Abdullah Ocalan yên Îmralî protesto bike û rewşa Ocalan baştir bibe dest greva birçîbûnê kir. Roja 4.12. 2018ê 10 parlementerên HDP jî di parlementoyê de ji bo heman sedemê û ji bo pişgiriya helwesta Guven dest greva birçîbûnê kirin. Dê greva wan du rojan berdewam be.

Niha pirs ne ewe ku çima ev parlementer dest greva birçîbûnê ji bo Abdullah Ocalan dikin. Pirs ewe ku heta niha ji bo vê yekê çi dikiran.

Di rastiya xwe de ev di qonaxekî de hat ku, Ocaln bê deng bûye. Eve demek dirêje tu deng ji Ocalan nayê. Mercên Ocalan li Îmraliyê her wek xwene. Dema destpêkirina “Pêvajoya Çareseriyê “ de, rojane peyamên Ocalan ji aliyê HDPê ve dihatin ragihandin. Heftiyê carekî heyeta Îmralî serdana Ocalan dikiran , yanî Abdullah Ocalan di rojeva siyasî de aktîf bû.

Lê piştî têkçûna pêvajoya ku wek pêvajoya “Çareseriyê“ dihat navkirin, Ocalan jî bê deng bû. Herweha herî dawî Ocalan bi nameyekî hinek daxwazî ji Qendilê kirin û Qendil tu guh neda daxwaziyên Ocalan û berevajiya daxwaziyên Ocalan helwest girtin. Eger bi ya Ocalan bûya desteya rêveberiya PKKê li Qendil heta niha namaya. Lê Qendil her dema pêwist Ocalan hêdî bi kar tîne. Ji xwe ji wê rojê pêve Ocalan bê den bû.

Yanî bê dengbûna Ocalan ne tenê ji helwesta dewletêye, ji helwesta Qendil ya li dijê Ocalan bi xweye jî. Ji aliyek din jî ji helwesta Ocalan lidijê Qendilê ye jî.

Ji aliyek din ve tê zanin ku piştî operasyonên dawî pêwendiyên Qendil û HDPê di aliyê teknikî ve gelek aloz bûne. HDP hewl dide ku bixwe biryara hinek tiştan bide. Sedemek din jî ewe ku ji dema hilbijartinên serokkomariya Tirkiye heta wek îro Selahatin Demirtaş di rojeva siyasî de ye, rojane daxûyaniyên Demirtaş têne belav kirin. Yanî bi awayek din tişta Ocalan di dema pêvajoya “çareseriyê “ dikira, niha Demirtaş dike. Heta beşek parlementerên HDPê vê yekê gelek bi zanebûn dertêxin pêş.

Yani ew kesên di nava HDPê de, ji anîna Demirtaş ya rojeva siyasî ne rihetin , niha greva birçîbûnê dikin.
Eger mirov berê xwe baş bidiyê, ji zû ve dengê Ocalan nayê û Demirtaş rojane daxûyaniya dide û taybetî Medya Tirkiye vê yekê gelek dide pêş. Tê zanin ku hilbijartinên berê yê serokkomariyê de, dema wek niha behsa Demirtaş gelek dihata kirin, li Îmralî Ocalan dabû xûyakirin ku, hinek dixwazin Demirtaş di dewsa minde bidin pêş. Herweha Ocalan gotibû ku,Ez zaroka vê axê me, lê Demirtaş projeya Ewropa û Amerikayê ye.

Eger prosesa destpêka projeya “çareseriyê“ heta niha rewşa PKK/HDPê, Ocalan û Demirtaş baş bête nirxandin, dê rastiya van helwestên HDPê jî baş bê dîtin.

Lê mixabin gelek kes heta piraniyek mezin ji rewşenbîr, niviskar û siyasetmedarên kurda naxwazin vê rastiyê bibînin. Dizanin çeweye lê bê dengin û rastiyê nabêjin. Belkî jî di vê derbarê de gotina “ Rastî Tehle“ wateya xwe dibîne.
5.12.2018

Nûçe/Analîz
N.Firat

Nerîna min :