Cîhan

Raporeke Îsraîlî: Îraq tevî îmkanên xwe, welatê herî nerêxistinkirî ye li cîhanê

Rojnameya Israîlî Haaretz ragihand ku Îraq û Lubnan du welatên herî ne rexistinkirîne.Li sernavê welatê herî bêrêxistin li cîhanê herdu welat hevrikiyê dikin, her du jî ji heman nexweşiy û êşê dinalin û nikarin welatê xwe bi rêxistin bikin.  Dabeşbûna etnîkî û olî û destêwerdana Îranê di karûbarên wan ên siyasî de sedema bingehên ya ku nikarin xwe bi rêxistin bikin.

Îran destêwerdanê di karûbarên wan ên siyasî de dike, bi milîsên Hizbullaha Lubnanî ku berjewendiyên Îranî li Lubnanê pêk tînin. Di heman demê de Îran piraniya partî û milîsên Şîe li Iraqê kontrol dike.

Di raporê de dibêje: Cûdahiya girîng di navbera her du welatan de jî heye. Ew jî çavkaniyên binerdî ye, ji ber ku Iraq xwediyê sêyemîn mezintirîn rezervên petrolê ye li cîhanê û hejmareke nenaskirî ya gazê ye,” raportê dide xûyakirin ku lê hêja divê ew elektrîk û gazê ji Îranê bikire, û yek ji sêyan welatiyên wê di bin sînorê hejariyê de dijîn.”

Back to top button