Cîhan

Akşener: Dengê Kurda di berîka xwe de dibînin û bazarê dikin

Seroka ÎYÎ Partiyê Akşener bersiva Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da û got: Akşener got, “Em ji gotinên kesên ku hem li kurdan hem jî li tirkan bi çavê marabayê dinêrin û bi lîstika xwe danûstendinê dikin, guh nadin wan.”

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Twîtterê bersiv da gotinên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da. Buldan ji bi Akşener gotibû: “Careke din bi awayekî vekirî nîşanî me da ku li hemberî Kurdan dijminatiyê dike.“ Akşener bersiva xwe de dibêje: “Em ji gotinên wan kesên ku bi çavê xulametiyê li Kurd û Tirkan dinêrin, dengên wan di berîka xwe de dihesibînin û li gor wê jî leyistika dikin û di nava bazariya de ne qet cidî nabînin guh nadin gotinên wan”

Daxuyaniyên Akşener wiha ne;

Ez bang li kesên ku, tezgah danine û herkesê dengê xwe bilind dike wek “faşîst”  nav dikin dikim. Demokratên rastîn ên vî welatî em in! Ji ber vê yekê , Em ji gotinên wan kesên ku bi çavê xulametiyê li Kurd û Tirkan dinêrin, dengên wan di berîka xwe de dihesibînin û li gor wê jî leyistika dikin û di nava bazariya de ne qet cidî nabînin guh nadin gotinên wan.

Back to top button