Civak

Kesê li Bexdayê 3 endamên malbata xwe kuştî li Hewlêrê hate girtin

Di derbarê kesek ku li Bexdayê 3 endamên malbata xwe kuştî, reviya bû, hatibû Kurdistanê xwe vedişart. Li Asayişa Kurdistanê ew tawanbar desteser kir .

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di vê derbarê de:
Asayîşa Herêma Kurdistanê tohmetbarekî bi navê Elî Mecîd Haşim Mihemed ku bi kuştina 3 endamên malbata xwe li Bexdayê hatiye tometbarkirin, girtiye.

Tawanbar (Elî Mecîd Haşim Mihemed) ji dayîkbûyê sala 1999 û xelkê Bexdayê ye, di 8ê Çiriya Paşîn a 2022an de, sê endamên malbata xwe, Diya xwe bi navê Zehra Elî Husên û du xuşkên xwe bi navêndin Dua û Buşra kuştîbû.Piştî cîbicîkirina wê tawanê, ji bo ku ji destê hêzên ewlehiyê bireve û herê derve derve, reviya Herêma Kurdistanê.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê piştî komkirina zanyariyan derbarê wî gumanbar de û hemahengiya tam li gel dezgehên ewlehiyê yên Hikûmeta Iraqa Federal, roja pêncşemiyê 10.11.2022ê kariye vî tohmetbarî bigire û rv kes di dema lêpirsînê de li tawana xwe mukur hat.
………………………………………… …..

Back to top button