Dosya

Rapora Siyaseta Enerjiya Kurdistanê û peywendiyên Tirkiye

Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) raporek di derbarê uze û enerjiya Herêma Kurdistanê bi navê Siyaseta Enerjî, hêlên borî, firotina neftê û helwesta Bexda hatiye belavkirin.

Rapora bi navê Siyaseta Enerjî, hêlên borî, firotina neftê û helwesta Bexda ya IMPR ji aliyê Doç.Dr Veysel Ayhan Serokê IMPR, Doç.Dr. Azîz Barzanî Birêvebirê Lêkolînên Kurdistana Iraqê ya IMPR û Hakan Demir Şêwirmendê Gaz, Neft û Enerjî ya IMPR ve hatiye amadekirin.

Rapor ji bo baştir têgihiştina sedemên dabeşkirina axa Kurdistanê û hêza Kurdistanê ya di paşarojê de gelek girînge û hêvîdarîn ji vê raporê sûdmend bibin.
Siyaseta Uze(Enerji)
Tirkiye – Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê
Hêlên borî, firoştina neft û helwesta Hikumeta Iraqê
Doç Dr Veysel Ayhan   Doç Dr Ezîz Barzanî  Hakan Demir
Berpirsê IMPR  Birêveberê Lêkolînerên IMPR li Kurdistana Iraqê Şêwirmendê IMPR Uze, Neft û Gaz
Wergera ji Tirkî: Botan Kurdistanî
Beşa Yekem
Nûnerayetiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4
1.1 Nûnerayetiyên welatên derve ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hene 4
1.2 Nûnerên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 5

Beşa Dûyem
Siyaseta Neft û Uze li Herêma Kurdistana Iraqê li serdema di navbera 1927-1991 6
2.1 Yekemîn Têkoşîna Neftî ya li Rojhilata Navîn: Qada Neftî ya Kerkukê 6
2.2 Ji Nefta Babagurgur (Kerkuk) heta li Peymana Hêla Sor 7
2.3 Xwemalîkirina Nefta li Iraqê 9
2.4 Bernameya Neft Beramber bi Xorek: Sîstema Nû ya Nefta Iraqê 10
Beşa Sêyem
Siyaseta Uzeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Derfet û Metirsî 12
1.3 Berhemanîn û henardekirina(şandina derve) Uzeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12
3.2 Kêşeya Uze li Navbera Bexda û Hewlêr 14
3.3 Awayên Çareseriyê ya Berev Rêkneketina Uzeya Bexda-Hewlêr 16
3.4 Birêvebirin û Bikarxistina Çavkaniyên Neft û Gaz 19
3.5 Kompanyayên Neftî ya Welatên Cûr bi cûr û Veberhênana wan ya Kurdistanê 21
3.6 Peywendiyên li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Veberhênana Uze ya Tirkiye 25
3.7 Nêrîna Aliyan û Herêmên Xwedî Pirsgirêk 26
3.8 Encam: Nirxandin û Pêşniyarên ji bo Veberhênana Uzeyê 28

Beşa Yekem
Nûnerayetiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nêzîkî 40,000 km2 pêktê, li Rojava ve Suriye, li Rojhilat ve Îran û li Bakûr ve Tirkiye cîranên wê ne û Herêmeke ku li gor destûr ser bi Federaliyeta Iraqe û Herêmekî xweseriye. Paytexta Hikûmeta Herêma Kurdistanê Erbîl e (Bi zimanê herêmî Hewlêr). Li nav sînora vê Herêmê niha nîştecihên wê û nifûsa wê li ser 5 milyonane. Bi awayeke fermî li Herêmê da Kurdî û Erebî tê bikaranîn car caran jî diyalektên cûdayên Kurdî, zimanên Turkmenî, Suryanî û Ermenî tê bikaranîn. Li nav Herêma Kurdistanê de bi awayeke berbelav zimanên Ingilîzî û Fransî jî tê bikaranîn.
Plana yasayî ya siyasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedigerê heta peymana 11 ê Adara 1970 ku li navbera Seddam Husên û Mistefa Barzanî da bû. Ev peymana otonomiyê ji aliyê Seddam ve hatibû îmza kirin, Kurd li herêmên xwe de xweseriya xwe ya siyasî, serbazî û çandî yê parastibû. Lê belê piştî peymana Cezaîr ku ew hemû daxwazên mafî yên li ser Kerkukê bû sedema şerê navxweyî, ew otonomiya Kurdan ku hebû jî kete bindestê Hikûmeta Bexdayê. Iraq li piştî dagîrkirina Kuwêtê, bi sedema destêwerdana Neteweyên Yekgirtî û hêzên hevpeymaniyan Iraqê xiste bin çavdêriyê û biryara hejmara 688 ê Encumena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî carekî din Kurdan mafê xwe birêvebirinê bi destxist. Li piştî şerê Iraqê sala 2003 bi sedema dengdana xelkê bi destur mafên Kurdan bi awayeke yasayî hate nasîn.
1.1 Nûnerayetiyên Derekiyên ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hene
Kurdistana Iraqê li demên cenga cîhanî ya yekem û paşê jî li gel welatên cîhanî yê sêyem bi awayeke berdewam peywendiya xwe hebû. Li gel wê yekê jî bi dirêjahiya dîrokê Herêma Kurdistanê li gel beşên dinê Iraqê li warê siyasî û serbazî ve herêmekî wekî defakto hatiye danpêdan û qebul kirin. Ji bilî wê jî ew hewlên siyasiyên Kurdan ya ji bo xweseriyê, gelek caran dibûn sedema operasyonên serbazî yên Bexdayê û carna jî wekî ku li bajarê Helebçeyê jî rûdabû rastî êrîşên çekên kîmyayî bûye. Li gel wê yekê jî Kurdan piştî şerê sala 1991 carekî din karîn şoreşê bikin û ji bo xwe rêvebirineke xweserî ava bikin. Li roja îro de gelek welat bi awayeke raste rast li gel Kurdan hewldane peywendiyên siyasî, aborî û diblomasiyê pêkbînin. Li vî warî de ew nûnerayetî û nivîsîngehên diblomasiyên derekî ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hene evin 1:
Xişteya(cedwel) 1: Ew Nûnerayetî û Nivîsîngehên Diblomasiyên Welatên Derekî ku li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hene.
1- Konsolxaneya Komara Erebî ya Misir
2- Serkonsolxaneya Brîtanya
3- Serkonsolxaneya Komara Fransa
4- Serkonsolxaneya Komara Elmanya Federal
5- Serkonsolxaneya Komara Îslamiya Îranê – Hewlêr / Silêmanî
6- Serkonsolxaneya Şahnişîna Urdin
7- Serkonsolxaneya Desthilata Niştîmaniya Filistin
8- Serkonsolxaneya Rusya
9- Serkonsolxaneya Komara Tirkiye
10- Serkonsolxaneya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika
11- Nivîsîngeha Konsolxaneya Komara Îtalya
12- Nivîsîngeha Balyozxaneya Komara Koriya
13- Nivîsîngeha Konsolxaneya Romanya
14- Nivîsîngeha Balyozxaneya Şahnişîna Swîsre
15- Konsolxaneya Îmarata Erebî ya Yekgirtî
16- Nivîsîngeha Peywendiya Balyozxaneya Şahnişîna Holanda
17- Nivîsîngeha Bazirganiya Awusturya(Nemsa)
18- Nivîsîngeha Peywendiya Bazirganiya Komara Çek
19- Nivîsîngeha Bazirganiya Komara Erebî ya Misir
20- Nivîsîngeha Bazirganiya Yunan
21- Konsolxaneya Fexrî ya Şahnişîna Danîmark
22- Konsolxaneya Fexrî ya Japon
23- Konsolxaneya Fexrî ya Îspanya
24- Konsolxaneya Fexrî ya Rusya ya Spî
25- Konsolxaneya Fexrî ya Slovakya
26- Nivîsîngeha Bazirganiya Kirwatya(Hirwatîstan)
27- Nivîsîngeha Peywendiya Fermî ya Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr
28- Ajansa Hevkariya Navdewletiya Japon
29- Ajansa Hevkariya Navdewletiya Koriya
30- Nivîsîngeha Peywendiyên Herêmiyê Xaça Sor
2.1 Nûnerayetiyên Derekî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Berî sala 1991 ew partiyên siyasiyên li Kurdistana Iraqê da hebûn li gelek welatan nûnerayetiya xwe ya siyasî vekiribûn. Piştî sala 1991 jî bi tenîşta nûnerayetiyên xwe yên siyasî nûnerayetiya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveya Iraqê vekirin. Li vê çarçêweyê da Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan nûnerayetiyên li welatên derve vekirine evên li xwarê ne 2:
1- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awustralya
2- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Awusturya (Nemsa)
3- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewrupa
4- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa
5- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Elmanya
6- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îran
7- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalya
8- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya
9- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rusya
10- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îspanya
11- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêd
12- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swîsre
13- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Şahnişîna Brîtanya
14- Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka
Beşa Dûyem
Siyaseta neft û uze li Herêma Kurdistana Iraqê li serdema di navbera 1927-1991
2.1 Yekem têkoşîna neft li Rojhilata Navîn: Qada Neftî ya Kerkukê
Yedega neft dikevê wan navçeyên Împratoriyeta Osmanî û nêrîneke guncawe ji bo mebesta bazirganî û hemû kompanyayên uze û hem jî ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve li nîva sedsala nozdeha duyem de gihîştibûn li wan armancên bazganiyê. Sala 1870 pîsporên Fransa û Elmanya li Kerkuk û Musil lêkolînan kiribûn û behsa ewe kiribûn ku li navçeyê da neftekî zêde heye. Lê belê ji ber hebuna kêşeyên siyasî û aboriya li nav Împaratoriya Osmanî nedikarîn ji aliyê hikumetê ve kar li ser bikin û ji bo wan salan gelek bi sext û dijwar dihate zanîn. Ji bilî wê jî li serdema Împaratoriya Osmanî yekemîn pêşketina kirdarî ya di derbarê neftê ji aliyê Sultan Abdulhemîd ve li salên 1888 û 1889 hate avêtin. Dû fermanên taybetî ji bo qada neftiyên Musil û Bexdayê derxist û wê yekê ragihand axa wan navçeyan wekî xwendiyeke taybet ji bo Sultan vedigerê. Sultan Abdulhamîd bi vî awayî behsa wan navçeyan kiribû ku gerana li pey neft û derxistina neft bi awayeke raste rast ji aliyê wî bi xwe ve dihate serpereştî kirin. Her wiha li heman demî de li wan navçeyan de neft derket û hemû lêkolîn hebûna neftê eşkere kiribûn.
Li wê serdemê da guftûgo di derbarê wan raportan dihate kirin ku ew navçeyên neft têda derketine Kurd li wan navçeyan da zorînene û hejmara wan gelek zêdeye. Li Cotmeh(tişrîna yekema) 1888 grupa Banka Almanî (Dewtsche Bank) di destpêkê de bikaranîna hêla hesinî ya Heyderpaşa-Izmît ê wergirtin û paşê kar li ser kirin û hêla hesinî heta Bexdayê dirêj dibû. Projeya hêla hesinî ya Bexda ji aliyê endarziyarê navdarê Almanî Wilhem VonPressel ve nexşeya wê hatibû kişandin. Ev proje jî bi wan navçeyan da derbasdibû ku hemû çavkaniyên Uze û Enerjiyê bûn. Almanan tenê mafê taybetiya hêla hesiniyê bi dest neketibû, belku li heman demî de xwendiyê wan navçeyên hêla hesinî têda diçû nêzîkî firehiya 20 mîl mafê taybetî yê bikaranîna neft, kanza(maden) û çavkaniyên siruştiyên dinê wan navçeyan bi destê wan ketibû. Grup li heman demî de mafê dirustkirina wêstgeha bendereke nû û damezrandina sîstema ambarkirina Bexda, Basra û kendava Basra bi destxistibûn. Bi vî awayî projeya hêla hesin li heman demî de bû sedema wê yekê ku bibê çavkaniya veguhestina uzeya navçeyê ya ji bo Ewrupa. Bi hatina sala 1904 kompanya hêla hesinî ya Anadol ku bi sermayeya herêmî ya Almanî hatibû damezrandin li Musil û Bexda muhleta(icazeya) geran û vekolîna neftê jî wergirtibû. Lê belê li sala 1908 bi sedema gengeşeya desthilata Osmaniyan bandoreke xwe li ser wan mafên taybet yên li warê neft da hebûn û li sala 1909 da bi palpiştiya Hikûmeta Brîtanya Wezîrê Mezin (Sadrazam) Hîlmî Paşa wê yekê ragihand ku ew bi wê yekê razîbûn ku mafê taybetiya neftê bidin Grupa D Arcy.
Li gel eve jî Almanya nerazî bû, lê belê ji bo ku pevçûn li navbera kompanyayan dirust nebê hevkariyê pêşkêşkirin. Hevbeşiyek bi navê destkeftên Afrîqa û Rojhilat (African and Eastern Concessons) damezrand. Paşê li sala 1912 banka Almanî(Deutsche Bank) (Beşa Almanî) kompanya nefta Tirkî (Turkish Petroleum Company) wekî hevbeş ragihand. Her wiha Banka Navdewletî ya Tirkî (Turkish National Bank, Banka Înglîzî ya Sir Ernest Cassel (Beşa Ingilîzî) û Gülbenkyan hebû. Paşê piştî çend mehek Gülbenkyan beşekî beşa xwe da bi Henry Deterring ya kompanya Royal Dutce Shell, ew jî rakêşiyan nava rêkeftinnameya di navbera Brîtanya û Almanya. Bi sedema wê yekê ku APOC a Brîtanî jî beşdar bû rêkkeftin carekî din hate guhertin. Li 19 ê Adara 1914 da rêkeftinnameya Wezareta Derveya Brîtanya li gor wê rêkeftina nû ya Grupa APOC kir, xwendiyê % 50 ê beşê bi destxist. Banka Deutsche %25 û Banka Royal Dutch Shell jî %25 wergirtibû. Ji aliyekî din ve Grupa APOC û Royal Dutch Shell bi cûda cûda her yek ji wan ji bi giştî ya beşa xwe%2.5 yan bexşîbûn Gülbenkyan. Bi vî awayî beşa Gülbenkyan gihîşt %5.
Ji aliyekî din ve ev hevpeymaniya di derbarê çavkaniyên uzeya Osmaniyan de hatibûn kirin, bi destpêkirina cenga cîhanî ya yekem bû sedem ku hemû rêkeftinname bêne rawestandin.
2.2 Ji Nefta Babegurgur (Kerkuk) heta Peymana Hêla Sor
 Li serdema piştî cengê cîhanî yê yekem Osmanî ji axa Iraqê vekişiyan û Fransî û Brîtanî li Iraqê de cîgîrbûn. Di derbarê dabeşkirina nefta Wîlayeta Musil ya li nav xwe de dirêjahiyê bi civînan anîn û hewl dan kompanya Amerîkiyan ji gengeşeya uzeyê de dûr bigrin. Di destpêka sala 1920 kompanyayên neftî yên Amerîka di derbarê beşdariya kompanya neftî ya Tirkî (Turkish Petroleum Company TPC) civînek kirin. Heta sala 1925 hewl dan lê belê serkeftî nebûn. Piştî sernekeftinê Washington li Hewlên xwe de berdewam bû wê mafê taybetiya kompanya TPC ku li serdema Osmaniyan da wergirtiye li rûyê yasayî ve ne rewaye û Tirkiye di derbarê nefta Musil dixwest destkeftên nû bi destbîne. Kompanya TPC jî li sala 1925 li gel Hikûmeta Iraqê rêkkeftinekî 75 salî îmza kir. Ew rêkkeftin mafê taybetî ya li navbera Hikûmeta Iraqê û kompanya kir. TPC dixwest bi tenişta mafê taybetî geran û geşkirina neftê li paşarojê de destkeftên tazetir li axa Iraqê de dest bixe. Eve jî peywendî bi nasandina kompanyayê ve hebû. Li gor rêkeftinê li beramber derxistina her bermîlek neft eve berçav girtibûn ku hinek pere bidin kompanyayê. Hikûmeta Iraqê rêgiriyê li wir kiribû ku kompanya bi awayekî ji awayan bibê xwediyê her tiştek. Kongresa Amerîka gelek bi hestiyariyê ve muamele li gel mafê taybetî ya neftê dikir. Kompanyayên Amerîka li hember wê piştguh xistina ji aliyê kompanyayên Rojhilata Navîn mebesta wî ew bû firoştina nefta li Brîtanya qedexe bike. Li gel eve jî Kongres sala 1920 maddeyekî yasayî bi navê “Yasaya bi kirêgirtina kanzayan(maden)” derxist dijî wan welatan ku rêgiriyê li karê kompanyayên Amerîka dikin û rizamendiyê li ser bi cîhkirina wê yasayê derxist.
Piştî wê guftûgo şikest anîn, Wezîrê Derveyê Amerîka Frank Kellogg daxuyaniyek belavkir û ragihand “Guftûgoya kompanyayên Amerîka bi taybetî li wan guftûgoyên di derbarê bi beşdariya kompanyatên Tirk TPC jî bû şikest anî. Lê belê Hikûmeta Amerîka bi navê geşkirina nefta Mezopotamya, kompanyayên Amerîka wiha bawerbûn mafê wekhevî û dadperweriya wan heye û Hikûmeta Amerîka li vê pirsê da bi mafê xwe dizanê ku her destêverdanek û mudaxeleyek bike”.
Li gel eve jî bi berevajiya Hikûmeta Brîtanya bi girîngiyê ve temaşa hevbeşiya kompanyayên Tirk li gel kompanyayên Amerîkayê dikir. Kompanyayên neft li gor nearamiya Rojhilata Navîn bi navê bi destxistina aramiya Rojhilata Navîn bi wan wiha baş bû Brîtanya û Amerîka bi pêkve kar bikin. Gihîştibûn wê baweriyê Hikûmeta Brîtanya bi tenê nikarê aramiyê desteber bike. Gülbenkyan hişdariyê bi Hikûmeta Britanya da ku Amerîkiyan bîne nav de û vê yekê bi navê parastina “Derve” bike. Wekî derencam jî hem li derve fişara Amerîkiyan li ser nabê hem jî li navxwe da wê fişara tê kirin ji bo hevbeşiya kompanyayên Tirkiye bike. Hikûmeta Brîtanya rênimayî yê ji bo birêvebirên kompanyayên Anglo Pers û Shell derxist ku li demeke kurt da hevbeşiyê li gel kompanyayên Amerîka dirust bikin.
Li sala 1922 da Walter. C. Teagle Serokê Nefta Standard Oil Of New Jersey li gel hinek ji birêvebirên kompanyayên Amerîka û Wezareta Derve di derbarê hevbeşiya li gel kompanyayên Tirkiye hevdîtinan rêkxist û pirsiyara wan ewe bû di derbarê wê yekê ku çawa hevdîtinê rêkbixin yan kî beşdarî bike. Wezaret li 22 ê Tebaxê ji bo kompanyayan zelal kir Hikûmeta Amerîka wê destpêşxeriyê bike: “Eger kompanyayên neftî yên Amerîka berjewendiyên xwe li berçav bigre û li derveyê ax û ava xwe çalakî nîşan bide ku bi awayeke raste rast nabê li benda Hikûmeta Amerîka bikin yan di derbarê bi xwe kirina xwediyê qazanca Amerîka tu bendemayîneke wan ji vê yekê nebê” Bi awayekî eşkere hikumet dixwaze bi kompanya New Jersey û kompanyayên dinê Amerîka re bibêje bi serê xwe çalakiyan encam nedin. Ji bo pêkanîna daxwaza Washington li navbera kompanyayan da Grupa kompanyayên geşkirina Rojhilata Nêzîk (Near East Development Company) pêkanîn. Piştî dirustkirinê bi navê Yekîtiya Grupa Kompanyayan, Teagle yê Serokê New Jersey, çend neft li Mezopotamya hebê ji bo bikaranîn û garantîkirina beşdariya Amerîka ya vê mebestê sazkirina vê civînê veguhest London ê.
 Ew bazara li navbera ku wan aliyan da hebû bi gihîştina nefta qada Babegurgur(Kerkuk) germ û gurtir bû û li 31 ê temmuza 1928 bû sedema rêkeftinê. Ew rêkkeftina bi navê Hêla Sor hatibû nasîn wê yekê derxist ku beşkirinê anî holê û peydakirina nefta li Kerkuk rolekî xwe yê girîng çêbû. Ji bilî wê yekê ku kompanyayên mezin rikeberî li navbera wan de dirustbû di derbarê yedega nefta Kerkuk hevkariya hevdû jî kirin. Li gor rêkeftinê carekî din li ser beşên kompanya nefta Tirkî Turkish Petroleum Company rawestiyan. Kompanya nefta Ingilîzî Anglo Persan, Royal Dutch Shell (Hevbeşiya Brîtanî-Holendî), kompanya nefta Fransî Compagnie Françaisedes Petroles û saziya Amerîkî ya geşkirina Rojhilata Nêzîk (Near East Development Corporaton American) bi awayeke wekhevî her yek ji wan xwediyê %23,75 beşan bûn li gel parastina rêjeya %5 ê beşa Gülbenkyan wekî xwe ma. Her wiha li rêkeftinê da ew Hêla Sora Gülbenkyan kêşabû wan navçeyên kevin li xwe digirt ku li sînorê Împaratorê Osmanî bûn. Hemû cûre bi destxistina mafekî taybetî tenê dabûn kompanya nefta Tirkî û hingî TPC kesek ji wan hevbeşan nikarin bi tenê xwendîtiyê bi destbînin. Hêla Sora Gülbenkyan hingî li Îran û Kuwêt, kendava Eden ya li Rojhilata Amman deryaya Sor û Edirne û hemû axa Anadol li xwe digirt ku axa Împaratorê Osmanî bûn.
Li sala 1925 ew rêkeftinnameya li gel Hikûmeta Iraqê ya di derbarê xweditiya taybetî ya 75 salî hate îmza kirin, carekî din li sala 1927 guhertin têda hate kirin û dîsa hate îmza kirin. Piştî rêkeftinnameya Hêla Sor li encama zêdekirina lêkolînan û gerana li navçeyên Kurdan de lêkolînan dikirin ku yedegê neftê bizanin. Carekî din li sala 1931 berê xwe dane rêkeftinê. Ew rêkeftin jî li gel kompanya TPC li beramber dirustkirina Hêَla boriya neft ya heta navçeya Deryaya Spî û heta Rojhilata rubara Dîcle mafê taybetî dane ku li pey neftê da bigerin. Rêkeftina salî 1931 û ji rêkeftina serekî ya di derbarê danîna palêwge(Rafiner) li nav axa Iraqê peşîmanbûn. Li heman demî de ji wê yekê peşîman bun ku Iraqê bikarê bi erzanî neftê bifroşê. Êdî Iraq wekî welatekî uzedar navê xwe derxist û li gel kompanyayên cîhanê rêkeftinê dike.
2.3 Netewîkirina nefta li Iraqê
Li Iraqê komek serbaz bi pêşengiya General Qasim li 14 ê temmuza 1958 li dijî Melîk Faysalê dûyem raperîn û piştî kuştina wî hikumetê bi dest ve girtin. General Qasim hikumetekî wekî komunîstî dirustkir kete li bin bandora Yekîtiya Sovyetê. Her çende welatên Ewrupa ji bilî netewîkirina pîşesaziya neftê hê jî li benda nefta Iraqê bûn. Hikûmeta Brîtanya û Amerîka bi piştgîriya welatên navçeyê destên xwe dixistin nava Hikûmeta nû ya Iraqê, lê belê piştî wê yekê ku Hikûmeta Sovyet ne raste rast piştgîriyê li Hikûmeta Iraqê kir, ew jî ji wê planê paşve vegişiyan. Li 28 ê nîsana 1959 Allen Dulles ê Serokê CIA di derbarê Iraqê de ragihand “Ji îro da Iraq metirsîdartirîn cihê cîhanê ye” eve jî bi kurtî nêrîna Washington bû li beramber Bexda.
Hikûmeta nû ya Iraqê bêyî ku dem ji dest bide biryarê da li gel berpirsên IPC kombibe ku li gel kompanyayên warê neftê de rêkbixin. Bi sedema qeyrana nirxa neftê ve cara duyem guftûgoya kompanyayên neftê li temmuza 1960 destpêkir. Nîgeraniyên Bexda ji kompanyayên neftê wiha kir rola serekî li damezrandina OPEC de bibîne. Hikûmeta Iraqê hatibû vexwendin ku beşdarî wan kombuna welatên berhemanîna neftê bibe ku OPEC damezrînin. Yekem beşa IPC ku %20 bû her wiha lêkolîn li wan qadan de nehate kirin û destpêkirin %75 ê wê bê netewî kirin. Kombun bi neberdewamî nêzîkî salekî domkir û li dawiyê de kêşeya li navbera Iraq û Kuwêt li gel Brîtanya peydabû. Li tişrîna yekema sala 1961 Hikûmeta Iraqê yek aliyane ji kombunan vekişiya. Li dawiya sala 1961 Hikûmeta Iraqê wekî perçe kirdarek bi sedema wan kêşeyên li gel Kuwêt û Brîtanya hebû di derbarê wan qadên neftî yên berê netewî kiribû dixwest ruberê netewîkirinê zêdetir bike. Li vê çarçêweyê da xwe girêdayî yasaya hejmara 80, IPC û wan kompanyayên ku pêve peywestbu ku ewên navçeyan mafê xwe yê taybetî têda hebû bêyî wê yekê ku bêne qerebû kirin %99,5 ê wan kir netewî. Bi derbirînekî din piştî wê yekê ku Ingiltera pêşniyaza serbixwebuna Kuwêtê kir, General Qasim wan kompanya neftiyên Shell, Exxon Mobile, CFP, BP ew mafê taybetiya wan hebû %99,5 li ser kompanyayên Iraqê tomar kir.
 Piştî ku General Arif desthilatê girte destê xwe, li 01.12.(Kanunî yekem)1963 li navbera Hikûmeta Iraq û Grupa IPC di derbarê kêmkirina baca gumrigê û zêdekirina asta berhemanînê peymanek îmza kir. Li dawiyê de ew hevdîtin û peymana li navbera Hikûmeta Iraqê û IPC reşnivîsa yasayê li sala 1965 de hate eşkere kirin pêkhatinek li navbera wan de hate holê. Li peymanê de li ser ewe razîbûn ku mafê taybet bidin hevbeşên IPC, lê belê li beramber da ew kompanyaya li sala 1964 bi navê kompanya nefta neteweyî ya Iraqî (INOC) hate damezrandin û li gel hemû karên IPC hevbeş dibû.
 Piştî 1967 û di dema şerê Ereb-Îsraîl li sala 1973 Hikûmeta Iraqê berev netewîkirina kompanyayên neftê sudekî zêde wergirt. Piştî şer li sala 1967 bi sedema qeyrana sutemeniyê rejîma Be’esa Iraqî li 1ê hezîrana 1972 berhema nefta IPC heta nîvî dabezand. Ew navçeyên ku kompanya li Kurdistanê de kar têda dikir ji aliyê hikumetê ve hate netewîkirin. Li Suriye jî bi sedemên siyasî, ew nefta IPC bi boriyan vediguheza welatên derve hate netewîkirin. Lîbya û Kuwêt biryarê dan hevkariya darayî li Hikûmeta Iraqê bikin. Hikûmeta Fransa jî ragihand ku di derbarê wê beşa kompanya IPC razî bûye û wê pêşniyaza Hikûmeta Iraqê ji bo pêkhatinê kiriye. Piştî netewîkirina nefta Iraqê welatên dinê Rojhilata Navîn berê xwe dane netewîkirina newtê yan jî li bin çavdêriya kontrola hikumeta xwe bi awayekî beşdarî beşa kompanyayan kirin. Bi vî awayî kompanyayan nefta Kurdistana Iraqê li serkêşiya Rojhilata Navîn carekî din wiha kirin ku li Kurdistana Iraqê bibin sedema guhertineke ber bi çav.
2.4 Bernameya neft beramber bi xorak: Sîstema nû ya nefta Iraqê
Li 2 ê tebaxa 1990 piştî wê yekê ku Seddam Kuwêtê dagîr kir, civaka navdewletî dest bi tevgerê kir û biryara parastina serbixweya Kuwêtê derxist. Piştî şerê sala 1991 carekî din guftûgoya wê yekê kirin nefta Iraqê bi çi mercek bigihe bazara navdewletî. Wekî ku hate zanîn sala 1990 biryara 661 bazirganê giştî li Iraqê hatibû qedexe kirin, li wê çarçêweyê da ew guftûgoyên dihatin saz kirin gihîşt 20 ê Gulana 1996 û encama biryara hejmara 986 ê jê peydabû. Her du alî rêkeftin bi wê mercê ku Iraq li çarçêweya neft beramber xorak ji bo bi destanîna xorak li meha kanuna yekem ve heta 6 mehan bihayê 2 milyar dolaran neft bifroşê. Encumena Asayîş li şubata 1998 bi biryara hejmara 1153 li destpêkê de bi karanîna xwarin li şeş mehan de 2 milyar dolar bû, paşê kire 5,2 milyar dolar. Li kanuna yekema 1999 bi biryara hejmara 1284 ew berbestên di derbarê şandina derveya neftê hebûn hate rakirin. Li salên 1996-2001 Iraq rojane 1,47 milyon bermîl neft dişand derve û henarde dikir. Li navbera 2001-2002 ev rêje rojane gihîştibû 1,6 milyon bermîl.
Iraq li destpêka bernameya neft beramber xorak li kanuna yekema 1996 ve heta dawî hatina wê li 14 ê şubata 2003 nêzîkî 3,3 milyar bermîl neft şande derve û henarde kir. Li gor wê dahata li encama henardekirina neftê de bi destketibû nêzîkî 62 milyar dolar bû. Her çende komîteya sizadana wê pereyê dabeşkiribû, ev dahat bi awayeke raste rast nedidan Hikûmeta Iraqê. Ji wê rojê da û li gor wê sîstemê, ew dahata ku bi firoştina neftê bi dest diket hejmara wê li xwarê hatiye destnîşankirin ku bi vî awayî jî dabeş bûye:
%59 ji bo Navend û Başurê Iraqê bi mebesta dabînkirina hevkarî û pêdiviyan
%13 ji bo Bakurê Iraqê bi mebesta dabînkirina hevkarî û pêdiviyan
%25 bi mebesta qerebukirina ziyanên şer
%2,2 ji bo îdareya Neteweyên Yekgirtî û xercên giştî
%0,8 ji bo çavdêrên Neteweyên Yekgirtî
Piştî ku bi cîhkirina bernameyê yekser Hikûmeta Iraq hem ji bo firoştina neftê û hem jî ji bo kirîna xorak û pêdiviyên mirovî li gel kompanyayan rêkeftinê kir û desthilata wan xiste bin destê xwe. Hikûmeta Iraqê bi wê yekê razîbû ku firoştina neftê bixe stûyê yek kompanyayê ya bi navê Rêxistina Hikumî ya Firoştina Neft (SOMO). Ji bilî fermîbuna SOMO Kurdistana Iraqê firoştina neft û siyaseta neftê de serbixweye û li gel Bexdayê cûdaye. Piştî sala 1991 ew navçeyên Kurdî yên li ruyê îdarî û pêkhatina herêmên xwe yên serbixweye ew cûdahî di derbarê bi çavkaniyên neft û firoştina wê ya piştî sala 2003 ve bûye sedema aramî û asayîşê. Ew firoştin li rêya tankerên neftê tê firotin beşekî dikeve destê SOMO û beşa din jî dikevê destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) raporek di derbarê uze û enerjiya Herêma Kurdistanê bi navê Siyaseta Enerjî, hêlên borî, firotina neftê û helwesta Bexda hatiye belavkirin.

Rapora bi navê Siyaseta Enerjî, hêlên borî, firotina neftê û helwesta Bexda ya IMPR ji aliyê Doç.Dr Veysel Ayhan Serokê IMPR, Doç.Dr. Azîz Barzanî Birêvebirê Lêkolînên Kurdistana Iraqê ya IMPR û Hakan Demir Şêwirmendê Gaz, Neft û Enerjî ya IMPR ve hatiye amadekirin.

Rapor ji bo baştir têgihiştina sedemên dabeşkirina axa Kurdistanê û hêza Kurdistanê ya di paşarojê de gelek girînge û hêvîdarîn ji vê raporê sûdmend bibin.

Siyaseta Uze û Enerjiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Derfet û Metirsî

Di dîroka Iraqê de cara yekemîn ji bo bazirganiya neftê li sala 1927 neft li Herêma Kurdistanê de hate dîtin. Li sala 1927 ve û heta îro têbîniya ewe dihate kirin ku axa Herêma Kurdistanê bi yedega neftê dewlemende. Li gor selmandina Ajansa Uzeya Navdewletiya li Kurdistanê de 4 milyar bermîl yedegê neft heye. Lê belê Wezareta Samanên Siruştiyên Herêma Kurdistanê eve ragihandiye ku Kurdistan xwediyê 45 milyar bermîl yedegê nefte. Ev hejmara yedegê neftê li çavkaniyên Kerkukê jî li xwe digre. Aştî Hewramî Wezîrê Samanê Siruştiyên Herêma Kurdistanê ragihandiye li encama wê lêkolîna nû ya ku hatiye kirin Kurdistan xwediyê zêdetirê 45 milyar bermîl yedegê nefte. Çavkaniya gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê bi 100 heta 200 trilyon pêye.

1.3 Berhemanîn û henardekirina uzeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Kurdistana Iraqê ji niha de neft û gaza siruştî berhemtîne. Rojane li navbera 300-400 hezar bermîl neft berhemtîne. Bi awayeke giştî %4 ê wê li qadên Çemçemal û Xormor berhêm tê, %36 li qada Teqteq, %29 li Tawkê û %31 li Xurmalê çavkaniyên xwe digre. Ew gaza siruştiya li qada Xormor û Çemçemal berhemtê ji bo wêstgeha kehrebeya Bariye û Hewlêrê jî tê bikaranîn. Li gel ewe jî belênderên(muteahhid) kompanya Gulf Keystone plan daniye ku li qada Şêxan berhemanîna rojaneya neftê ji 5 hezar bermîl ve bigihînin 40 hezar bermîl neft. Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan daniye ku li qada Akrê Bicîl, Şêx Adî û Berbehrê dikarin derxistina neftê bigihînin 150 hezar bermîlan.(3) Li çarçêweya çalakiyên veberhênana kompanya Genel Energi armanc eweye eger pêwîst bê li qada Teqteq yan pêwîst bê li qada Tawkê asta berhemanînê li sala 2014 an û pêve bi cûda cûda li rojek de digihîne 200 hezar bermîl.(4) Bikaranîna navxo rojane li dewruberê 100 hezar bermîlan daye.

Bi awayeke giştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2015 ji bo wê yekê hewl dide ku berhema rojane bigihîne 1 milyon bermîl. Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2019 berhemanîna neftê li rojek da digihe 2 milyon bermîl. Herêma Kurdistanê li gel gelek ji kompanyayên mezinê cîhanê peymanê kiriye û herdem berfirehkirina bazara uzeyê li xwe girtiye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê razî bûye ku rojane 175 hezar bermîl berhembîne û raste rast li rêya hêla boriya Kerkuk-Ceyhan veguheze. Lê belê li dawiya 2011 an de ew hejmara neft bi sedema nedana pere ya ji aliyê Bexda ku alozî li gel kompanyayên neft dirustbû berhemanîn jî hatiye kêmkirin. Piştî wê yekê ku li eylula 2012 gihîştin rêkeftinê ew nefta didan SOMO gihandin 250 hezar bermîlan. Nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rêya boriyan ve ji bo SOMO cara duyem li sala 2012 destpêkir ji bo Tirkiye bişîne û ji wir jî biçe bazarên cîhanê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li temmuza 2013 destpêkir nefta xav li rêya tankeran ve bişîne Tirkiye. Li temmuza 2013 ê ve rojane tanker 15 hezar bermîl nefta giran û 20 hezar bermîl nefta sivik vediguhezin. Ji bilî wê carekî din li eylula 2013 ve plan hatiye danîn ku bi ser rêya Îranê de rojane nêzîkî 20-30 hezar bermîl neft bişîne derve. Genel Energy bi sedema zêdekirina berhemê ve bo ku nefta xava Herêma Kurdistanê veguheze dest bi dirustkirina boriyê neftê kir ku ew jî dikare rojane 420 hezar bermîl neft veguheze. Li navbera Tirkiye û Iraqê hêla boriya Iraq-Tirkiya (Boriya neftî ya Iraq-Tirkiye Iraq Turkey Pipeline- ITP) an jî li rêya boriya Kerkuk-Yumurtalik yan li rêya hêla serbixweya teniştkî(paralel) ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li çarçêweya peymanan da wê neftê dertîne û dişîne bazarên cîhanê û difroşê bi hurî kar li ser egeran dike. Boriya newtî ya Iraq û Tirkiye ITP li navbera her dû welatan de li 27ê tebaxa 1973 hatiye îmze kirin û ketiye warê bi cîhkirinê. Hêla wê li sala 1976 hatiye bikaranîn, li salên 1984 û 1987 li gel wan projeyên li gel de hate bikaranîn îro kariye 70,9 milyon ton/sal e.

Bi gotineke din ew dû sîstemên hêlê dikarin 1,5 milyon bermîl neft li rojek da veguhezin. SOMO bi sedema bikaranîna wan hêlan ya bazarê cîhanê li navbera salên 2008-2012, salane bi awayeke giştî 145 milyon bermîl neft firoştiye(5). Ev hejmar jî dike nêzîkî %14 ê şandina derveya nefta Iraqê. Eger balê bikşînin li ser şiyanên bikaranîna hêlê diviya %27 (400 hezar bermîl li rojek da) bûya. Eve jî wê wateyê digihîne ku ji şiyana hêla neftê kêmtir hatiye veguhestin.

Genel Energy li çarçêweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê neftê berhem tîne li rêya hêla Kerkuk-Ceyhan dişîne derve û ewê zêdeye jî li rêya wan boriyên nû hatiye temam kirin dişîne. Qonaxa yekem dirustkirina hêla boriya Teqteq-Xurmele bû û piştî wê jî qonaxa duyem hêla boriya Xurmele-Peşxabur tê çêkirin. Li gor planê ev hêl li hengava yekem da dikare 300 hezar bermîl li rojek da bê dihate çaverê kirin ku li eylula 2013 kar pê bihata kirin. Li planê ev hêl qada neftî ya dinê Dihok, Tawkê‌, Binebawî, Berbehr, Çiya Surxî ve bê girêdan.(6) Ji bilî wê jî ji bo dû hêlên din jî plan hatibû danîn. Ji niha de yek ji wan bi Berdereş û Peşxabur da dirêj bibê, wiha hatiye danan ev hêl rojane 1 milyon bermîl veguheze. Hêla duyem jî ku nefta xava giran vediguheze dikare 500 hezar bermîlan li rojek da veguheze û Gulf Keystone li qada Şêxan kar têda kiriye û ew jî ji bo Peşxabur dirêj dike.(7)

Lê belê li gor planê 2015 û 2019 ê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û ku temaşa plana 2014 ê kompanya Nefta Bakur NOC Hikûmeta Federal bikî, dikarîn behsa zêdekirina boriyekî dinê ji bo hêla Kerkuk-Yumurtalik bê kirin. Ji ber ku her dû alî li wan navçeyane li bin kontrola wan daye armanca wan eweye berhema rojane bigihînin 1 milyon bermîl. Ew hêla heye dikare rojek da 1,5 milyon bermîl veguheze ji ber wê yekê bi pêwîstî dizanin zêdetir boriyan rabikêşin.

Li gel ewe jî Hikûmeta Federal bi taybetî li navçeya Basra di derbarê bi berhemanîna neftê plan daniye neftê li rêya bendera Aqabe-Hadîse boriyek rabikêşê li eylula 2012 li gel Hikûmeta Urdin rêkkeftiye û rojane 1 milyon bermîl neft ji bo Ewrupa, Amerîka û Afrîka veguheze.(8) Li qada rojava ya Iraqê Qurenî 1-2, Rumeyla, Mecnun, Zubêr û Halfaya bi sedema wan hewlên daye tê pêşbînî kirin li sala 2017 û şûnda rojane berhema neftê bigihîne asta 9-11 milyon bermîl. (9). Li kanuna yekema 2012 da li London Wezareta Nefta Iraqê ji bo nasandin û derxistina hêla neft ya Urdinê behsa ewe kir ku sala 2018 berhema rojane digihe 8 milyon bermîl neft ji ber wê pêwîstiya wan bi hêlekî din dibê bendera Basra bi sedema pêdiviyên lojistik ve şiyana wê ya wê yekê dibe rojane 5 milyon bermîl neft ku veguheze. Behsa ewe jî kir ku hêla Tirkiye 25 sale heye dikarê 600 hezar bermîl li rojek da veguheze.(10) Lê belê ji ber abloqe û tevlîbûna Amerîka ya li sala 2003, li navbera salên 1990-1997 û 2003-2008 kar li ser veguhestina neftê û ya hêlê nehatiye kirin. Her wiha dema temaşa datên salaneya BOTAŞ tê kirin eve rune ku kêmtir ji 600 hezar bemîl neft veguhestiye. Ji ber wê sedemê ku ew nefta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji niha de berhem tîne li nav hêla Bakur da tê veguhestin û berhemanîna neftê zêde dike.

Li encamê da eger bi awayeke giştî temaşa wê plana Iraqê li rêya wê boriya neftên heye û bi karanîna wan hemû wêstgehan heye li sala 2019 amadebin ji bo bikaranîna wan li Deryaya Spî û bigihînin bazarên cîhanê pêwîstî bi hêla boriyê zêde dibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vê rewşê de damezrandina hêla boriya nû pêwîstiyekî aborî dibîne.

2.3 Di navbera Bexda û Hewlêrê de kêşeyên uze û ernejiyê

Li Iraqê de li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda de nakokî û hevdû tênegihiştin heye, Herêma Kurdistanê li gor desthilata xwe çavkaniyên uzeyê bikartîne lê belê heta niha kêşeya birêvebirina wan heye. Raya vê kêşeyê di derbarê bi birêvebirina neft û gaze li navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê yan di derbarê bi desthilata parêzgehan li destura federal da bi runî wan maddeyan li xwe girtiye û her dû alî li gor berjewendiya xwe li ser wan maddeyan şîrove dikin û siyaseta berhemanînê peyrew dikin. Li vî warî de di derbarê birêvebirin û bikaranîna neft û gaza Iraqê yekem kar reşnivîsa proje yasaya neft û gaza Iraqê bû li sala 2007. Piştî wê eve cara dûyem li sala 2011 reşnivîsekî nû hate amade kirin lê belê li çarçêweyeke yasayî li xwe negirt. Lê belê maddeya 115 û 121 ê destura federalî Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li benda 1 û 2 da pişt bi yasaya neft û gaz girêdaye ku li sala 2007 ji aliyê Parlemena Herêma Kurdistanê ve hatiye pesendkirin. Bi pişt bestina wê yasayê li gel kompanyayên neft girêbest hatiye kirin. Herêma Kurdistanê heta îro 40 qada neftî li gel 50 kompanyayan peymana dabeşkirina berhemanîna neftê encamdaye. Hikûmeta navendî jî li gel 17 kompanyayan peymana veguhestinê encam daye. Lê belê wekî ku hatiye zanîn ew peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, Hikûmeta Iraq bi berevajiya destura Iraqê dizanê. Ji ber vê sedemê ew kompanyayên peyman kiriye yan bi niyazin peymanê bikin li gel Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nayên vexwendin. Her wiha Hikûmeta Bexda li gel wan kompanyayên ku li gel wan de peyman heye dema li gel Hikûmeta Kurdî peymanê îmze bikin, peymana wan bi dawî tîne û fişara budçeyê dixine ser wan û hewldidin wan kompanyayên cîhaniyan poşman bikin. Ji bilî li kompanya Exxon Mobil ku li her dû hikumetan kar dike kompanyayekî din jî heye, ev kompanya jî TOTAL û Gazprom in.

Ji aliyeke din ve li navbera Bexda û Hewlêr di derbarê gihîştina çavkaniyên uze ya ji bo bazarên cîhanê de jî kêşeya wan ya serekî jî hebû. Ji niha de di derbarê bikaranîna boriya Kerkuk-Ceyhan li navbera Tirkiye û Iraqê li dawiya sala 1973 piştî guherîna naveroka çend maddeyekî rêkeftin û peyman, rêkeftinekî mabû ku 15 sala eylula 2010 hate îmza kirin. Li maddeya yekema peymanê Wezareta Nefta Komara Iraqê û Wezareta Uze û Çavkaniyên Siruştiyên Tirkiye wekî ku ji aliyê xwe ve ragihandiye û wan aliyên wekî kompanyayên dewletî SOMO, NOC, BOTAŞ hatibûn wergirtin. Li gel ewe jî aliyan wekî mafê yasayî navdewletî her dû welatan bi nav anîbûn. Li destpêka peymanê ji aliyê Parlemena her dû welatan ve maddeyên wê hatin pesend kirin. Li rastiyê da li maddeyên 110.1, 73.2, 61 destura federaliya Iraq li îmzakirina peymana navdewletî û pesendkirina wê ya ji aliyê Hikûmeta federalî, eve jî wate xistiye bin desthilata Parlemen û Serok Komar. Ji bilî wê jî ev yasa li gor wan welatên peywendîdar pêve damezraye li gel wan damezrawên karê henardekirina neftê dikin. Ew saziyên di derbarê dirustkirina hêla borî ya neftê li gel SOMO kar dikirin NOC û BOTAŞ wekî kompanyayê bi cîh kar beşdar bûn. Ji bilî wê jî ji niha de ew nefta dihate veguhestin li hêla Kerkuk-Yumurtalik berev benderê navdewletî Ceyhan li bazarê firoştinê da SOMO wekî desthilata firoştinê hatiye nîşandan. Kurd wekî pêkhateyekî bi bandor li Encumena Nûneran û Serokayetiya Komara Iraqê û Hikumetê da dikarin pesendkirin yan retkirina peymanan bikin.

Maddeya 2.4 ê peymanê ku hêjayî behskirinê ye di derbarê bikaranîna hêlê ya heta demeke dirêj tenê eger valahiyek li hêlê da hebê, pêwîste ew maf tenê ji aliyê Iraqê ve nebê bi mercek ku rêgirî neyê kirin li baş bikaranîna sîstema her dû aliyan bi pêkve li bendera Ceyhan BOTAŞ ew peyman neyê kirin ji aliyê wan ve wekî aliyê sêyem bê ewê peywiste bi embarkirin û hilgirtinê ve cîh digre. Her dû alî di derbarê hevpeymaniyê nêrîna wan nêzîkî hevdû bû. Dû xalên girîng li wan maddeyan de hebû, yek ji wan behskirina aliyên sêyem bû ku ji bo sud wergirtina xizmetguzariyên embarkirin û barkirinê bû. Her dû welat wekî dû aliyên peymanê hevrebûn. Lê belê madde bi awayeke zelal xizmetguzariya benderê dide aliyê sêyem. Razîbuna her dû aliyan wekî wê yekê ku hevpeymaniyê kiribe nayê dîtin û eve jî nehatiye zelal kirin ku çawa kar dikin. Girîngiya taybetmendiya duyem jî xizmeta aliyên sêyem tenê li embarkirin û barkirinê da hatiye sînordarkirin û rûne nikarê hêlê bikarbîne. Lê belê hêla borî û ewê peywîste bi aliyê teknîkî ya embarkirin û bazirganiya zincîrî ve (11) û pêwîste veguhestina wê jî neyê ji bîr kirin. Her wiha pêwîste eve li berçav bê girtin her welat li çarçêweya sînora xwe de di derbarê hêlê de xwediyê desthilata xwe ye.

Li gor maddeya 3.2 wateya wê ewe ji aliyê Iraqê ve li sala 2010 de 22 milyon ton, li sala 2011 27 milyon ton, sala 2012 32 milyon ton û sala 2013 35 milyon ton hatiye veguhestin. Wekî ku li ser bingeha salane hatiye diyarkirin ev alî kêm pabendî veguhestinê bûne. Ji bilî wê sedema neçariya Iraqê pêwîste Iraq wê hejmara diyarkiriye veguheze wekî ku li maddeyê de hatiye diyar kirin. Lê belê hejmara veguhestiyên piştî wê li sala 2010 17.9, 2011  19.9, sala 2012  19.7 milyon ton bû (12) Bi nêrîneke din rojane herî kêm veguhestin bi giştî diviya 635 hezar bermîl bê lê belê asta nefta veguhestinê 400 hezar bermîl bû. Ji bilî wê li navbera salên 2010-2012 qebareya bikaranîn yan berhemanîna herî kêm li sinora veguhestinê %38 daye û şiyana veguhestinê jî li bin %74 e.

Di derbarê plana berhemanîn û şandina Iraqê li rêya Urdin ve hêlekî nû dirust dike û carekî din destpêşxeriyê dike ji bo damezrandina hêla Banyasa Suriye. Di dema peydabuna babeta vê hêlê Iraq li peywendiya stratejiya hêlê da heye helbet eger tu kêşeyekî hunerî û asayîş nebê. Dikare nefta Basra bigihîne bendera Ceyhan û Deryaya Spî û ji wir jî veguheze bazara navdewletî. Bi vî awayî li çarçêweya mebesta baş biryarên rêkeftina hêla Kerkuk-Yumurtalik bi guncaw tê dîtin û hem nêrîna Iraqê ve hem jî pabendbuna bi sozên li gel Tirkiye ve. Eve jî karvedaneke erênî dibê li ser peywendiya di navbera her dû welatan. Her wiha ew rewşa ji niha de li Iraqê da heye bi nêrîna bazirganiyê ve suda xwe dibe.

Li encamê da bê berhemiya hêlê li nêrîna bazirganî û aboriyê ve bargiraniyek dixe ser Tirkiye. Li vî warî de wekî ku li maddeya 2.1 da hatiye her welat û li sînora hêla xwe girîngîdan, nûjenkirin, bikarxistin, birêvebirin, têçuna darayî û wan hemû pêwîstiyên din ku têne pêşve li stûyê xwe digre. Ji bilî wê maddeya 4.5 hêjayî behskirinê ye ku Tirkiye ji bo bikaranîna wê hêla Iraqê ji bilî wan sedemên din ku pêwîste xerc bike herî kêm veguhestina neftê li gor peyman û teahhudê gelek kême.

Her wiha di derbarê wan mercên hêla borî ya veguhestina neft û gaza Iraqe ya ji bo bazarên cîhanê, kiryar û şiyana wê ya lojistîkî, nêzîkiya bazar û tevgera bazar, dabînkirina aramî û asayîşê ve girêdayiye. Tirkiye li nêrîna teknîkî û bazirganiyê ve beramber welatên din sûd ji bo Iraq û kompanyayên warê neft de dibe. Ji aliyê yasayî ve Iraq li encama zêdekirina berhema uzeyê de wiha tê dîtin bi wê yekê razî bibe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li rêya Tirkiyê ve neftê bişîne. Hikûmeta Bexda li nêrîna zêdekirina berhemanîna navçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê car bi car destpêşxeriyên erênî di derbarê peymanan û helwesta nûnerên Kurd li Bexda dike ku bandora xwe li ser geşkirina peywendiyên di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê de dibe.

 

Back to top button