Civak

RAP a Kurdî Stanbul hejand

Li Stanbulê hûnermênd û muzisyenên RAP a kurdî konserek li darxistin. Ev cara yekeme ku konserek bi nave Kurdish Rap Night(Şêva Rap a Kurdî) tê li darxistin.

Li gora nûçeyeka Tugçe Ozbiçer di rojnama Duvar de amade kirî, kurdên ku muzika RAP çêdikin ji gelek welatan hatin Stanbulê û Şeva RAP a Kurdî li darxistin. Di konserê de, Reqso, Roni Artin û hinek grubên ji welatên Ewropa hatin strandin. Afo, Zimanbaz û Ramî gruba bi navê “Tolhildan“ avakirine û stranên xwe dibêjin. Xem hem stranên xwe gotin û hem jî organîzasyonê şevê pêkanîbû.

Pêşkêşiya şevê ji aliyê Deniz Ozer(Deno 72) ve dihat kirin.

Dibêjin ku ji bo mirov bikariba stranên RAPê çêke û bêje, dive mirov ziman baş bizanibe. Ji bo vê jî gelek ji van stranbêjên RAPê çûna kursên zimanê Kurdî û Kurdiya xwe pêşve birine.

Rojnemevan Tugçe ji hinek van kesan dixwaze xwe bidin nasandin û sedema ku RAP dibêjin bidin kifşkirin.

Reqso dibêje: Ez ji eslî xwe ji bajarê Sêrtême . Eve 10 salin li Stanbulê dijîm.Her di serê min de muzik hebû. Lê min nizaniya ez xwe çewe îfade bikim.14-15 Sali min guh dide muzika kurdî û ingilîzî herweha min guh dida muzika klasika Kurdi jî. Bandora ku li min hatî kirin piranî dema leşker dihatin li mala digeriyan û kasetên kurdî kom dikiran, kesên guh didan muzîka kurdî digirtan û dibiran. Ji bo mirov muzika RAP çêbike divê baş ziman bizanibe.

Roni Artin dibêje:Ez ji Mêrdinême û karêmin ez cotyarim.Muzika RAP hobiya min e. Li mêrdinê gelek muzik tê çêkirin lê têra min nedikir ji bo vê min xwest ez muzika RAP çêbikim. Gelek serpêhatiyê me hene ku em bi rêya muzikê bêjin.

Xem dibêje:  Ez ji Batmanê me. Dema ez zarok min gelek guh dida muzika biyanî. Di kanalên televizyona de min guh dida muzika Fransi, Itali Almani û Portekizî.Gelek şaxên muzika Rap hene.Ez ji sala 2010ê pêve kurdî RAPê çêdikim.Divê em ew kesên di vê erdnîgariyê de dijîn kul û derdê xwe bînin ziman.

Di derbarê belavbûna RAP a Kurdî de , AFO dibêje:Ez niha bi serbilindî dikarim bêjim ku RAPa Kurdî di platforma navnetewi de ji xwe re cihekî dibîne. Guhdarên RAP a Kurdi gelek in û mestir dibin. Emê konserên bi vî avayî berde

Herweha dengbîjên RAP a Kurdi hemû bi cureyekî behsa serpihatiya xwe ya RAP a Kurdî dikin û ji bo pêşxistina vê muzikê xwedî projene.

Back to top button