Polîtîk

”Qudis” a Kurdistanê firot ji bo Qudisa Felestînê dilgiran e

Ala Talebanî endama parlemantoya Îraqê ser bi Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke xwe de li hember biryara serokê Amerîka Donald Trump ya naskirina Qudisê weke paytexta Îsraîlê, dilgiraniya xwe nîşan dide wê biryarê weke naheqî li hember mafên gelê Filastînê binav dike.Ala Talebanî jinek naskiriye bi daxuyaniyên xwe yên ecêb. Wê beriya niha di bernameyekî telefizyoneke îraqî de xwe weke ereb nasandibû û gitibû ku ew, malbata Talebanî, ser bi hoza Esedî ye.Di dema êrîşa ser Kerkûkê, roja 16ê oktobera 2017ê, Ala Talebanî li Bexdayê daxiyaniyên dijî Herêma Kurdistanê dan û piştevaniya girûpa xiyanetkar kir. Pilîtbûroya YNKê bi biryarekê Ala Talebanî ji berpirsiya fraksyona YNKê li parlamnetoya Îraqê avêt.Niha jî ew li ser biryara serokê Amerîkayê dibêje: Biryara serokê Amerîkayê naheqiye li hember mafên şeriyên gelê filestînê yê misilman û dost. Ew biryar bi eşkereyî binpêkirina yasayên navdewletî ye.Endamperlameterekî kurd ji Ala Talebanî re dibêje: we xêre hûn ji bo Qudisa Filestînê dilgiran in, ma çima we ”Qudisa” Kurdistanê firot?

Back to top button