Cîhan

Nameya serokwezîrê Flanders bo Ebadî: Biryarên li dijî Kurdistanê hilweşîne

Serokwezîrê Herêma Flanders di nameyekê de dikgiraniya xwe li hember wan biryarên Îraqê li dijî Herêma Kurdistanê derxistine diyar dike û ji hikûmeta Îraqê re daxwaz dike wan biryaran hilweşîne û ji serokwezîrê Îraqê re dibêje dibêje: Ew gavên we li hember herêma Kurdistanê avêtine bandoreke xerap li ser xelkê Kurdistanê kiriye û hinartina alîkariyan ji bo yekmilyon koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene asteng dike.Fermangeha têkeliyên derve ya hikûmeta Herêma Flanders li Beljîka, nameya Geert Bourgeois serokwezîrê Herêma Flabders roja 07.12.2017ê gihande destê Cewad Elhendawî sefîrê Îraqê li Biljîkayê ku kopîyeke wê nameyê ji nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bruksilê, hatiye hinartin.Serokwezîrê Flabders di nameya xwe de ku kopîyek ji Ferdrîka Mogrenî berpirsa balaya Yekêtiya Ewropayê re jî şandiye, dilgiraniya xwe li hember biryarên hikûmeta Îraqê, bi taybetî kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê û daxistina balefirxaneyên Herêma Kutdistanê dilgiraniya xwe nîşan dide û ji serokwezîrê Îraqê re dibêje: Ew gavên we li hember herêma Kurdistanê avêtine bandoreke xerap li ser xelkê Kurdistanê kiriye û hinartina alîkariyan ji bo yekmilyon koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene asteng dike.Serokwezîrê Flabders daxwazê ji hikûmeta Îraqê dike wan biryarên li dijî Herêma Kurdistanê derxistine hilweşîne.

Back to top button