Civak

Qoser/Mêrdîn tevlîhev bû

Doh êvarî di navbera  BDPê û HUDA-PARÊ de hevçûn derket.Li gora agahdariyan gelek birîndar hene. Wek tê zanîn ji berî du rojan li Qoserê hinek kesên nenas bombeyek dengî avêtibûn lokala hilbijartina ya BDPê. Doh êvarî alîgirên BDPê ji bo vê bûyerê şermezar bikin derketin li ser cadeyan.

Dema gihatin ber avahiya HUDA-PARê avahî dan ber keviran, HUDA-PAR jî bersiva wan da û di nav herdu aliyan de şer derket. Di encamê de gelek birîndar çêbûn.

Wek tê zanîn ji berî niha jî  hinek bûyerên bi vî awayî pêkhatine. Eger cardin Kurdistan bibe qada hevçûna di nava hêzên siyasî de dê tevgera kurd zererê bibîne. Divê herkes tehemûla heyîna hêzên din bike. Taybetî di vî warî de berpirsiyarek mezin dikeve li ser milê BDPê.Lê tê zanîn ku ji BDPê behtir PKK di van bûyeran de xwedî biryare.

Hêzên din yên siyasî yên kurd nabê di van bûyeran de bê deng bimînin. Divê rastiya bûyeran bibînin û vê yekê ji Raya Giştîre bêjin. Yên sedemî tawanê û şer bêne şermezarkirin.

Back to top button