Li dawiya kanûna duyema îsal qeyranekî dîplomasiyê li navbera Amerîka û Îsraîl serîhilda û piştî wê Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka roja çarşemê 28/01 li daxuyaniyeke ji ajansa “CNN” re got: Ez li gel Netanyahu Serok Wezîrê Îsraîlê re dema ku serdana Amerîkayê bike komnabim.
Hêjayî gotinêye ku berê li roja 21/01 li Koşka Spî ya Amerîka nîgeraniya xwe xistibû rû dema ku Serokê Kongrêsa Amerîka Jon Baynerser bi Komariyan ragihand ku Netanyahu Serok Wezîrê Îsraîl hatiye vexwendin bo ku gotarek li beramber Kongres li roja 3ê adarê bixwîne. Bi vî awayî ji wê demê de qeyranekî dîplomasiyê li navbera Amerîka û Îsraîl ku bi kurê bi nazê Amerîka tê namzed kirin serîhildaye û ne veşartiye jî ku Îsraîl li rojhilata navîn hevpeymanê serekî yê Amerîkaye. Gelo sedemên rastiya vê qeyranê çine?
Ramana Amerîka ya di derbarê rewşê
Li daxuyaniyeke CNN de ku li 28/01 hatiye belav kirin Obama paşve gav neavêt ji bo pêşwazî nekirina li Netanyahû û got: Tiştekî asayiye ku ez pêşwaziyê li Netanyahû nekim. Dema ku li 3 ê adar serdana Amerîka dike bi dawetnameya Kongres ji ber ku siyaseta me her wiha bûye ku em pêşwaziyê li Serokê tu welatek nekîn du heftî ji bo hilbijartinên wan welatan mabe. Ji ber ku tiştekî ne guncawe û heta ku ew nebê destêwerdan û bandorê li ser karubarê navxwe û proseya hilbijartinên Îsraîlê nekin. Hêjayî gotinêye li dawiya vê mehê da hilbijartinên Serokayetiya Îsraîl destpêdike. Lê belê ev siyaseta ku Obama behsa ewe kir diyar nekir ku eve siyaseta welatê Amerîkaye an jî helwest û siyaseta wî bi xwe ye yan siyaseta Serokê Amerîka, ji ber ku ewê ku ez dizanim heta niha tu tiştekî nivîskî an jî tu rênimayiyekî bi vî awayî nebûye li nav protokola Koşka Spî li warê pêşwazî kirina Serokê welatan, eger wiha jî bê ev daxuyanî û ragihandina Obama bi vî awayî dîsa ziyanê bi Netanyahu digihîne û bi awayeke destêwerdan û kartêkirinê li hilbijartinên Îsraîl û bi desttêwerdana karubarê navxoya Îsraîlê tê hejmartin. Eve jî berdewamiya hebûna qeyranên li navbera Obamayê demokrat û Netanyahû û protokola vexwendinê dike.
Roja 30/01 (Ron Dîrmêr Balyozê Îsraîl li Amerîka li daxuyaniyeke kovarekî Amerîkî ya bi navê The Atlantic xistiye rû ku sedema vê qeyranê li stûyê Komariyane, ji ber ku diviya Serokê Kongrês Con Bayner Serokê Desthilata Bicîhkar(Tenfîzî) Obama agahdar bike ji vexwendina Netanyahû berî ku li medyayê da bê ragihandin. Lê belê li rastiyê da dîroka vexwendina Netanyahû ji aliyê Jon Bayner ve vedigerê heta destpêka meha kanûna duyem a îsal û zehmete ku Obama eve nezanîbê. Helbet li gor protokola dîplomasiyê her vexwendineke fermî ya Serokê her welatek li rêya Wezîrê Derve demokratan ve pêşkêşî Balyozê welatê mîhvan tê kirin û Balyoz jî pêşkêşî Serokê welatê xwe dike. Ji bo wê yekê zehmete ku Wezîrê Derveyê Amerîka Jon Kerry eve nezanî bê û bi Obama ranegihandibê. Lê belê li vî warî de Ron Dîrmer Balyozê Îsraîl li Amerîka roja 30/01 kovara The Atlantic ragihand û got: Bi eşkere ji min re gotin ku nivîsîngeha Serokayetiya Kongres nivîsa vexwendinê digihîne nivîsîngeha Obama, ji bo wê yekê min jî bi baş nezanî behsa vê vexwendinê bikim dema ku li gel Jon Kerry kombibûm. Lê belê bi kurtî gotina ‘Uzir li qebahet mezintire, edî başe rastî li kû daye?. Gelo dû îdareyî û banêk û du berekî Amerîka jî girtibê û sîstema protokol û vexwendinên fermî şêwandibe. Gelo dibe ku her ev bê ser û berî sedemek bê dema tu nûnerekî Kurd nehatibû vexwendin ji bo Kongreya Berengarbûna Da’îş li London ya roja 22/01 kanûna duyem bi Serokayetiya Amerîka. Ji bilî wê yekê ku Kurd bi tenê hêza canfeda û karîgerin ku li ser zevî ku Da’îş girtine. Eve jî dema xwe de nerazîbûna cenabê Serok Barzanî û Kongresmenê Amerîkî hate zanîn. Rura Barker û çendîn kesayetî û aliyên navdewletî pêkanîn.
Bandora li ser siyaseta Amerîka
Ne veşartiye ku armanca Netanyahoû li xwendina gotara li nav Kongresa Amerîka ya ji bo handana Endamên Kongres û Encûmena Pîrane heta ku sizaya zêdetir û tundtir bixin ser Îranê bi navê pekxistina bernameya Atomî ya Îranê. Eve jî berevajiya daxwaz û siyaseta Obamaye beramber Îranê. Obama wiha bawere bi danustanê dikarê bernameya Atomî ya Îranê kontrol bike û bi veto tehdîdê li her hewlek dike ku zêdekirin û tund kirina sizayên li ser Îranê, eger çi li çendîn boneyan da Obama tekez li wê kiriye ku Amerîka hemû hewlên xwe dixe holê ku bi navê negihîştina Îranê bi bomba Atomî û guherîna bernameya Atomî ya Îranê ji bo karê xizmetguzar û aştîvaniyê, lê belê li tevahiya egerên berê yê danustandinên welatên 5+1 li gel Îranê helwesta Amerîka û welatên din şefaf û bandor nebûn beramber Îranê her eve jî Îsraîlê nîgeran kiriye. Helbet Obama wiha hizir dike ku hewlên Netanyahû anîna dû aliyên li nav Kongres û Encûmena Pîrên Amerîka û destwerdane li siyaseta navxweya Amerîka bi taybetî li warê danustandina Atomî li gelÎranê. Lê belê niyaz û armanca Netanyahû handan û amade kirina komdengiye li nav Encûmena Pîran ya ji bo komkirina 67 deng heta ku vetoya Obama bandorê nebê li ser her biryarekî Encûmena Pîran ya dijî Îranê. Lê belê komkirina 67 deng li nav Encûmena Pîran karêkî dijware. Ji ber ku ji bilî zorîneya Komariyan li Encûmena Pîran 54 denge beramber 46 dengê demokratan, wate Netanyahû pêwîstî bi 13 dengên demokratane bo ku zalbê li ser vetoya Obama. Eve eger hemû Komarî deng bidin projeya zêdekirina siza û guşarê li ser Îranê. Bi her hal hebûnên cûda li bîr û ramanên li nav Encûmena Pîrên Amerîka beramber qeyranên Îran û Ukrayna û berengarbûna Dewletî Îslamiya Iraq û Şam (Da’îş). Bi awayeke giştî rengê dawetê ve li siyaseta derveya Amerîka. Gelo Netanyahû dikarê roja 3ê adarê li nav Encûmena Pîran kodengî û palpiştiyê bi dest bîne. Eger bi destanî çî? rû dide û eger bi destneanî çî? dibê, helbet her mijarek bandorekî cuda li ser siyaseta Derveya Amerîka û rûbirûbûna terorê li cîhanê da dibe.
Karwan Mihemed