Li Hewlêrê Xweşnivîskarek hate destgîr kirin

Polîsên Nehiştina Tawanê ya li bajarê Hewlêrê, xweşnivîskarekî(Ressam-tabelacî) destgîr kir ku çendîn tabloyên otombêlê ji bo şofêran dirustkiriye.

Birêveberiya Polîsê Hewlêrê, ragihand: “Piştî komkirina çendîn zanyariyên dirust ji aliyê nehiştina tawanê ve yên di derbarê dirustkirina tabloyên otombêlê, piştî lêkolînekî berfireh polîsên nehiştina tawanê karîn nasnameya wî kesî eşkere bikin û paşê jî tometbarê bi navê (K.P.U) yê temen (51) salî, pîşeya karê xweşnivîskarî dike ji aliyê polîsên nehiştina tawanê ve destgîrbike.

Polîsê Hewlêrê ragihand ku piştî destgîrkirinê tawanbar tawanê xwe pejirandiye çendîn tabloyên otombêlê dirustkiriye, her wiha destkarîkirina hejmarên tabloyên otombêlan û dosyeya lêkolînê jî ji bo vê tawanê kirine. Dadwerê Lêkolînê biryar da ku navbihurî li gor maddeyên (279) ya yasaya sizadanê ya Iraqî destgîrbike.

 

Nerîna min :