Polîtîk

Zêbarî: Demeke nêzîk da diravê ji bo Kurdistanê dişînîn

Wezîrê Darayî ya Iraqê ragihand, her çende qeyrana darayî berdewam bibê, rêkkeftina Hewlêr û Bexda berdewam dibê û di demeke nêzîk jî da hinek diravên din ji bo Herêma Kurdistanê dişînîn.

Hoşyar Zêbarî Wezîrê Darayî ya Iraqê bi ajansa Routers ê ragihandiye, her dû Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanêji bilî hebûna kêşeyên di derbarê rêjeya şandin û henarde kirina neft û dahatan pabendî wê rêkkeftina neftiyê ne. Her wiha got: Pêşbîniyên cûr bi cûr hene û bawerî li navbera Hewlêr û Bexda nemaye, lê belê hê jî guftûgo berdewamin. Eve jî dûpat kir ku heta niha Bexda nêzîkî 250 tirîlyon dînar ji bo Herêma Kurdistanê şandiye. Eve jî eşkere kiriye ku li demeke nêzîk da, birêk pareyê din ji bo Hewlêrê dişînin. Her wiha xulêkî dinê guftûgoyan jî destpêdikin, ji bo wê yekê ku li ser wê rêkkeftina di navbera wan da bimîne. 

Bi baweriya Zêbarî guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexda zehmet dibê, lê belê ew rêkkeftin serkeftinê nahênê. 

Li 02/12/2014, Hewlêr û Bexda li ser henarde kirina 250 bermîl neftê rojaneya Herêma Kurdistanê û şandina beşê budçeya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, rêkkeftin.

Back to top button