Barzanî: Divê Iraq berpirsiyariya xwe bi cîh bîne
Nîvroya îro sêşem 04.03.2015 Fuad Mesûm Serok Komarê Iraqê li havîngeha Pîrmam serdana birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve pêşwazî li Serok Komar û şanda li gel hate kirin.
Di kombunê da rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê li ruyê siyasî û emnî ve xistin ber behs û guftûgoyê, her wiha behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirubuna terorîstên Da’îş kirin û xweragirî û azayetiya bêwêneya Pêşmerge li vî derbarî de bi bilind hate nirxandin.
Li hevdîtinê de Serok Komarê Iraqê pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serokê Herêma Kurdistanê kir û pirse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî hemû kesukar û malbatên serbilindên wan Pêşmergeyên qehreman kir ku li rûbirubuna terorîstên Da’îş da canê xwe gorî kirin û gihîştin karwana şehîdan û bi xwîna xwe parêzgeriyê li destkeftên giranbihayan kir.
Her li vê kombunê da peywîst bi peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêr her du alî tekez li pêwîstiya berdewambûna guftûgoyan û pabendbûna her du aliyan bi rêkkeftinnameya di navbera Hikumeta Navendî û Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin û bi taybetî ku pabendbûna bi rêkkeftinan li berjewendiya Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê daye. Serok Barzanî jî wê yekê dûpatkir ku Herêma Kurdistanê berdewam dibê li piştgîrîkirina proseya siyasî û Hikumeta nû ya Iraqê.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa jiyan û rewşa wê hejmara zêdeya koçber û penaberan kirin ku weku penagehekî aram xwe spartine Herêma Kurdistanê û Dr Fuad Mesum destxweşiyê li gelê Kurdistanê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku wê xelkê lêqewimî himbêz kiriye bi taybetî li vê rewşa dijwar da. Her ji bo wê yekê jî bi pêwîst zanîn ku Hikumeta Federal erk û berpirsiyariya xwe ya beramber yarmetîdana koçberan de bi cîh bîne.