Qetlîama Dersîmê û Mîdhad Sancar

Di destpêka sedsala 20an de beşek berpirsiyarên kurdan xwe wusa qane kirin ku dema Atatirk û hevalên wan yên Îttîhad Terakkiyê desthilatdarî ji Osmaniya werbigrin, dê rewşa kurdan û Kurdistanê baştir bibe. Ozerkbûna Kurdistanê dê firehtir bibe. Li Kurdistanê neteweya kurd dê zêdetir xwediyê maf be û desthilatdar û serwer be.

Loma jî di şerê desthilatdariya Osmaniyan û Ataturk/hevalên wî de, ji Atatirk re piştgirî kirin.

Atatirk û hevalên wî ji bona ku şerê xwe yê desthilatdarî veşerînin, li hemberî Îngilîzan û Dewletên Ewrûpayî şerekî xeyalî û milî çêkirin. Ji Tirkan û kurdan re gotin ku “welat ketiyê bin destê kufaran û gawûran, Ol a Îslamî î ji dest diçe.”.

Kurdan û Tirkan jî bi vê derewê bawer kirin piştgiriya Atatirk û hevalên wî kirin.

Tiştekî gelek aşkere hebû ku Atatirk û hevalên wî eleqeya wan bi misilmantiyê re tune bûn. Ji bonayê vê jî piştî ku bûn desthilatdar, siyaseta wan ya stratejîk li dijî îslambûnê bû. Di esil de li dijî tevayî Tirkên ne burokratên sıvîl û leşker bûn.

Li Rûsyayê bolşewîkan encama darbeyeke leşkerî desthilatdarî di Oktobra 1917an de ji Çar girtibûn. Li Rûsyayê dîktatoriya xwe îlan kiribûn. Li dijî kapîtalîzmê û emperyalîzmê jî di nav şer de bûn. Atatirk û hevalên wî ji bona ku piştgiriya Yekîtiya Sovyetan bigrin, gotin ku “em li dijî emperyalîzmê nî.”.

Lenîn jî di derbarê Atatirk û hevalên wî de pesindar bû. Nivîsand ku “li Rojhilatê (li Şerqê) li dijî emperyalîzmê şerê yekemîn yê milî şere Atatirk û hevalên wî ne.”

Atatirk bi siyaseta xwe bi dualî serkeftî bû. Ji aliyekî de ji Yekîtiya Sovyetan re dostanî kir, piştgiriya Îngîltereyê û Ewrûpayê wergirt. Xwe li dijî emperyalîzmê nîşan da, piştgiriya Yekîtiya Sovyetan wergirt. Hîn di nav şerê desthilatdarî de bû, hevalên Yekîtiya Sovyetan û berpirsiyarên Partiya Komûnîst ya Tirkiyeyê Mistefa Sûphî û hevalên wî di behra reş de bi destê Topal Osman dan kûştin.

Atatirk û hevalên wî (yanî burakrasiya sivîl û leşker) piştî ku desthilatdarî ji Osmaniyan girtin, demekî dirêj derbas nebû dîktatoriyek ava kirin. Di vê dîktatoriyê de li dijî piraniya gelê Tirk yên îslam û li dijî neyeweya kurd siyaseteke qirêj û xeter û stratejik ya tunekirinê meşandin.

Rejîma Dîktatorî ya Atatirk, gelek aşkere diyar kir ku Kurdistan tune ye. Kurdistan axa wan e. Loma jî dagir kir. Tunebûna kurdan wek îdeolojiyeke fermî ya dewletê pejirand. Tirkbûna kurdan wek sistem û îdeolojî pêşve ajotin. Ew otonomiya Kurdistanê ya teng ya dema Împaratoriya Osmanî jî, ji holê rakirin. Hemû mafên milî yên neteweya kurd xesip kirin. Ew kesên ku ji neteweya kurd, Kurdistanê, hêjayiyên neteweya kurd qal kirin, siza kirin û kûştin. Gelek aşkere tunekirina kurdan û jenosîdeke xurt meşandin.

Ji bona kurdan xebat û têkoşîna milî ferz bibû. Loma jî di sala 1919an de kurdan li Koçgiriyê ji bona mafên xwe ketin nav têkoşîneke neteweyî. Dewleta Atatirk ew serhildana bi qetlîamê temirand. Pişt re jî Serhildan û Têkoşîna neteweyî ya sala 1925an û Serhildana Agriyê û têkoşînên din yên neteweyî bi qetlîaman temirandin. Serokên wan tevgeran kûştin û îdam kirin. Kurd, ji Kurdistanê dûr xistin. Xwestin ku demaografiya Kurdistanê biguherin û Kurdistanê bikin Tirk.

Lê di ev stratejiya xwe ya qirêj, neînsanî, hov û barbar de bi sernektin. Mezinbûna neteweya kurd û têkoşîna neteweya kurd pêşiya tunekirinê girt.

QETLÎAM/KOMKUJIYA DERSÎMÊ…

Dersîm di nav aramî de jiyana xwe didomand. Xwediyê jiyana otonom û taybet bû.

Lê Dersîmê bi awayekî bêdeng jiyan û sîstem û dîktatoriya Kemalîstan nepejirand. Ew sîstemna qebûl nekir.

Wê demê Dewleta Atatirk biryar da ku Dersîmê terbiye bike û teslîm bigre. Loma ji bona dest bi hereketeke leşkerî ya xurt bike, amadekarî kir. Rapor amade kirin. Ajan/sixûrên xwe şandin Dersîmê.

Piştî amadekariyeke mezin li Dersîmê tevger û herekete leşkerî ya dewletê dest pê kir. Raste rast dest bi qetlîamê kirin. Li Dersîmê jin û mêr, kal û pîr , ciwan û zarok bi metodekî barbarî û hov bi kar anîn.

Ji bona ku ev qetlîama xwe jî rewa û meşrû nîşan bide, diyar kir ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek li hemberî Dewleta Atatirk heye.

Gelek aşkere bû ku li Dersîmê serhildanek û îsyanek tune bû. Dewleta Atatirk ji bona ku Dersîmê teslîm bigre, bike cîwarê Dewleta Atatirk resen dest bi tevger û hereket leşkerî kiribû.

Hemû belge û helwesta serok Seyîd Riza û hevalên wî jî vê rastiyê nîşan didin. Eger niyeta Seyîd Riza hevalên wî serhildan û îsyan bibûya, wê demê ji bona ku pirsê çareser bikin nediçûn Erzîncanê û dîl nedahat girtin.

Lewra helwesta wî ya dervekirinê jî diyar dike ku ew kurdekî û serokekî çiqas eqit û bê tirs e. Heger serhildan hebûya, wî wê demê li çiyayên Dersîmê mirin û şehîdbûn dida berçav, li dijî Dewleta Atatirk serhildana xwe didomand. Di çiyayên Dersîmê de jî Dewleta Tirk ya wê demê nedikarî ku wî teslîm bigre.

Di şertên teknolojî de Dewleta Tirk 50 sale ku li Dersîmê nikare zora çend îsyankara bibe.

Ji bona ku Dewleta Atatirk li Dersîmê qetlîam bike raporên dewletê bi xwe hene.

Di van salên dawî de serokwezîrê Dewleta Tirk R.T. Erdogan jî diyar kir ku li Dersîmê serhildanek tune bû, lê dîsa jî dewleta wê demê li Dersîmê qetlîam çê kir.

Beşek dîrokzanayê dewletê dibêjin ku di qetlîama Dersîmê de biryar û rola Ataturk, an jî ya Îsmed Înonu tune ye.

Ev nêrîna dereweke mezin e û ji aliyê bûyer û belgeyan de jî derewîn derdikeve.

Keça Atatirk ya menewî Dersîm bi teyyareyê bombabaran kir.

Înonu, bi xwe li Dersîmê kontrola (mûrakabeya) tevgera qetlîamê dike.

Di navbeyna Înonu û Ataturlk de di mesela kurdan de cûdabûnek tune bû.. Nekokiyên wan li ser pirsên aborî bûn..

Dîktatoriya Atatirk ji bona ku li Dersîmê jî serhildanekê provake bike, gelek planên xirab çêkirin. Ew jî diyar bûne û derketine holê.

Ew nêrînan di TRT Kurdî û di gelek telewîzyonên yên Tirk de min anîne ser zimên, bi gelek kesan re niaqaşe me bûye. Gelek kesan jî piştgiriya nêrînên min kirine.

Serokê Neteweya Kurd Seyîd Riza di 5 Îlona 1937an de dema ku ji bona aşitiyê diçû Erzîncanê, ew û 37 hevalên xwe dîl hatin girtin. Salên wî hat mezin kirin, ew di 15.11.1937an de li Elazîzê li Qada Bazara Genim hat derve kirin. Hemen rojê kurên wî yê delal jî salên wî ji hat mezin kirin, hat derve kirin.

Wek Serok Seyîd Riza gotiye, ji vê yekê mezintir zilûm, hovîtî, barbarî nabe.

EW KESÊN PIŞTGIRIYA NÊRÎNÊN KEMALÎSTAN Û DÎROKZANÊN DEWLETÊ DIKIN, JI KURDAN RE ÎXANET DIKIN: MÎDHAD SANCAR VÊ YEKÊ DIKE..

Dewletê li kurdistanê xirabiyên mezin kir, qetlîam û komkujî pêk anî, lê ev bi gelek hêsanî veşart. Bûyer manîpule kirin. Piştî demekê ji bona xwe dîrokzane çê kêkirin. Dîrokzanên dewletê rastî teorîze kirin. Ji bona xirabiyên dewletê, ji bona komkujî û qetlîamên li Kurdistanê îdeolojiyeke fermî ava kirin.

Di perwerdeye de jî ev îdeolojiya fermî û dîrokzanyariya fermî û dewletê, teoriyê ne li ser rastiyê ava bibûn xistin serê her xwendevanekî. Beşek jî ji van kurd bûn.

Demeke dirêj piraniya wan kurdan bawerî bi nazarî û teoriyên fermî yên Dewleta Kemalîst anîn.

Beşek kurd jî ji tirsan re nikarî li dijî van teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî derkevin.

Hîç şik tune ye ku beşek kurd jî, ji bona berjewendiya xwe ya burokratîk û aqamedîk û aborî û wekî din, ev nêrîn û teoriyên dewletê û îdeolojiya fermî parastin. Heta îro jî parastina wan dom dike.

Piştî salên 1965-69an ew derewên Dewleta Kemalîst û teoriya wan a fermî û îdolojiya wan ji aliyê kurdperwer û rewşenbîrên kurd, rêxistinên û siyasetmedarên Kurdistanê ve hatin teşhîr kirin. Rastiya dîrokî derketin derve. Lê dîsa jî dewletê û hevalbendên wan dev ji ev teorî û îdeolojiya xwe ye fermî ber neda.

Ew teorî û îdeoljiya dewletê ya fermî, xirabiyên li neteweya Kurd kiribûn jî, di telewîzyonên Tirkan de raste rast, bi taybetî jî ji aliyê min de hat ser zimên. Kirinên dewleta Kemalîst hat rexne kirin. Hat teşhir û protesto û şermazar kirin.

Di van rojên dawî de di 20ê Nîsana 2020an de di avabûna sedsaliya Meclîsa Tirkan de Hevserokê HDPê Mîdhad Sancar bi nêrînên xwe bi her awayî li neteweya kurd xiyanet kir.

Lewra dema ku ji Atatirk pozîtîf qal dike, ji serîhildanên neteweyî re, ji serokên serhildanên neteweyî re xiyanetê diyar dike.

Wî gelek aşkere tez û teoriya dîroka fermî û dîrokzanên dewletê parastin.

Herkes baş dizane ku Rejîma Atatirk û Kemalîstan Dîktatoriya faşîst, ototorîter û totalîter û li dijî demokrasiyê bû.

Wî got ku Rejîma Atatirk demokrat bû.

Tê zanîn ku Rejîma Atatirk li dijî kurdan û mafên kurdan bû. Meclîsê tu wext neteweya kurd temsîl nekiriye.

Wı got ku Ataturk ji bona ku meseleya kurd çareser bibe, gelek hewil da, xwest ku reforman çê bike, bi awayekî dizî got ku serhildanên kurdan nehişt ku Atatirk karê xwe bike.

Gorî Mîdhad Sancar karên Atatirk yên li kurdastanê kirine, meşrû ne û serhildanên kurdan ne meşrû û ne heq in.

Wî muahaseba Atatirk û Meclîsa wî nekir ku wan li Kurdistanê biryara komkujî û qetlîam wergirtine.

Wî pense Atatirk daye û Atatirk wek qehremanekî neteweyî diyar kiriye.

Dîrokzanên ku nêrînên dewletê naecibînin yên Tirk jî dibêjin ku Atatik dîktator e. Atatirk tu dem qiymet nedaye serweriya netew..

Mîdhad Sancar dibêje ku Ataturk ji serweriya gelan re rêzgirtî bû û Meclîsê wî jî serweriya gelan temsıl dikir.

Divê kurd êdî îzin nedin ev teorî û nêrînên dewletê yên nav xwe.

Loma jî divê her kurdek her dem Mîdhad Sancar şermazar bikin û telîn bikin û rexne bikin.

Diyarbekîr, 08. 05. 2020
Îbrahîm GUÇLU
([email protected])

Nerîna min :