Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bêcezamayin- 30

 

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel  Malbata Mele Izettin Acet    hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.

                                           

S . A : Wun karin bahsa girtina mere xwe bikin û bi çi awayî wan qetilkirin ?

Xanima izettin Acet:

Buyer 9, miha tebaxe 1994, rojeki ïne ber bi evarkî, li parka cizre, meremin mele Izettinû Acet, tevî şifêri wî Emin Kaynar, ji ali emniyete tevi erebawan wan girtin birin bajarê Diyarbakir û jiwirjî birin ser riya bajarê Siverege kuştin, pişti kuştina wan agir berdabun ceseden wan û wan şewitandibun. Meremin Izettin Acet û Emin Kaynar tu gunehên wan tunebu.

Me li emniyeta Tirkan dawae vekir, heta vegajî me tu netice ji mahkema dewleta Tirkan neticeyek nesitandiye, bi sedan kurd ji bajarême Cizre hatin kuştin û tu falên wan nehatin pirskirin, nê hatin girtin û kesek nê hate mahkemekirin ev çito dewlete ku van kujera napirse û nagre, saziyên dewleta Tirk li her deri hene bes jibo neyarti û kuştiname kurdan…

S. A : Dixwazin tişteki din, anjî mesajek we hebe wun karin bêjin ?

Pişti kuştina meremin ez û şeş zarukên xwe bê xwedi li orte man û em bi her awayî ev devleta Tirk em perişankirin… kinge hebe wê xwede rojeki vê neheqiya lime hatiye kirin ewê ji çavên wan derxine

Suayip Adlig

Li Cizîre, 15 hazirane 2009

Back to top button