Qetilîyama dewleta Tirk bêcezamayin- 21
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Agid Salman hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S. A : Wun karin bahsa bavê xwe bikin, ew çi işi dikir, wî çima girtinûçawa hate qetilkirin ?
Mehmet Salman kurê Agit salman:
Bavêmin Bi şifertiya taksiye dikir û di komelên demokratik te çalak bu, xelk gelek jê hesdikir; ew bo alikariya însanên xwe baz dida, çi ji deste wî dahat alikar dibu û sendikaya teksiyedan jî xebat dikir.
Beri kuştina bavêmin, polisên Adene çend caran ewî girtibun, di bin çavande gelek işkence pêkiribun. Cara dawi, wexta berdabun, ewî ji diyaminre gotibu ku vê carê min bigrin, ewê min bikujin, gotibu ku polis jê dawa ixbarcitîye dikir û bavêmin van daxwazên wan red dikir. Bavêmin însanek jir, demokrat û welatparez bu. Pişti berdana bavêmin 45 roj bi şunda, 27, nisane sala 1992’da tîmên taybet avêtin ser ciyên karên wîya, duraxa TAKSIYE û cardin bavêmin Agit girtin.
24 seat di bin çavanda mam û hatin jimere gotin Agit Salman, jiber nexweşiya qelbexwe miriye, werin wî bibin, me xwest bavêxwe bi awayekî tibi wî bidin muayênekirin, teşkilata emniyeta Adana gelek astengi derxistin, ne dixwestin em bidin muayênkirin û ew dixwestin derhal defin bikin.
We deme me ji parlementer Nizamettin Toguç’re got, bi xêra parlementer me termên bavêmin standibu. Wexta bavêmin anibun jibo bişon laşên bavêmin ji ber derban sor, reş û bi birinbu.
Me Emniyeta Adana’ye da mahkeme, le mahkema Tirk takipsizlik da û kuştina bavêmin kabul nekirin, ewjî gotin Agit Salman ji ber nexweşiya dil miriye gotin.ev mahkema salek û niv dom kiribu…
Me li ser vê biryara mahkema Tirk, dilekçên xwe da, mejî biryara mahkema Tirkiyê red kir, û me awukat Osman baydemire, Mehmet şakar dosya bavêxwe bire mahkemên mafên mirovan ên avrupaye, sala 2002’da li wir dewleta Tirk bi kuştina bavêmin hat sucdarkirin, ev mahkeme nezikî heft sal dom kiribu.
S. A : mesajekî wey dawî ku wun dixwazin bejin heye û wun karin di vi waride tiştekî bejin ?
Behîya Selman, jina Agit Salman:
Em ji vê devleta Tirk ne razine, bi her awayî li me xedre dikin, me be suc, digrin, dikûjin, koçber dikin, zilm û zora serme tê kirin, bi awayek be ahlaqjî inkar dikin û hebuna mafên mey rewa ya netewa kurda inkar dikin, emji însanin û bi civatin, xwedi çand, kultur, dirok û zimaneme bixwe heye.
Dewleta Tirk bila bes me ji ber nasnama me lime zilme bike, bila ev şerên qirej bi dawi bibe, bila kuştin, girtin û me bi zorê ji xakame koçber nekin, ma ne bese, ev devleta Tirk bi sed hezaran malbat wêran, perişan kirin, em nizanin, ew çi jime dixwazin, emjî wek her xelkekî hene û dawiya xelkekî û qira gelek nayên kirin û em xilas nabin, bi izna xwede, ku beje erê, ev zilma lime hatiye kirin, kinge hebe wê di çavên zilimkaranda derkeve û dawiya zilme û zordariye tûneye…
Suayip Adlig
Adana, 21 gulan 2009