Qetilîyama Dewleta Tirk bê cezamayin – 5
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Zengîn hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
S A : Kekê Izettin, wun karin bahsa buyêra kurêxwe bikin, ew çawa revandin, we çikir û we cenaze kurêxwe çawa dît ?
Bûyer, li çarçiya Diyarbekir, 10 heziranê 1994, bi roj li ber çavên gelek însanan diqewime. ez memurekî dewletebum, jibo nanê nivro hatibum malê, faktura elektrika malê hatibu, min ji kurê xwe Murat’re got, ezê vega harim iş, wextamin tine ku ez herim heqê faktura elektrikê bidim, tu îro wexta derketi here deynemeyê elektrike bide, ewjî got başe babo û raişte fakturê elektirike û bi kef derket çû jibo heqê elektrikame bide…
Murat wexta di çarçiyêda derbas dibe, teksiyek spî toros marka li pey wî disekine, çar kesên sivil di teksiyêdene û yek ji wan gazi Murat dike û dibêje ka were vir, Murat diçe ba taksiye, her çar kesên teksiyê wî dixwazin bi zorê têxin teksîya xwe, lê Murat naxwaze, ew çarin û Murat bi zorê, hişk wî digrin tixin teksiya xwe û ecele ji wir bi rê dikêvin diçin, ev bi zorê birina û kurêmin Murat, gelek berxweda lê çikir, nekir, Murat bi wan nakiribu, ku xwe ji lepên wan xilas bike; Piştî nîvro bu, ez li ser cîyê kârbum, kurêminî biçûk Firat telefonemin kir û got babo ecele were, zu, Murat wî bi zorê girtin revandine; ji kâr zu derketim hatim cîyê bûyerê û min ji der û dorê pirs kir û jiber gelek esnaf û xelkên li wir bi çavên xwe çawa ditinê, jiminre hemu bahs kirin.
Ez yekser çûme Emiyete, bi mûdûrê asayişê wê demê navêwî Aziz bu, min jêra got ku ji teşkilata we ên bi cilên sivil xizmet dikin kurêmin bi zorê li çarçiyê xistine teksiya xwe, girtine û birine… Ewjî rabu ji çend ciyare telefon kir û piştre ji başkomisere telefon kir, başkomiser got bila were bamin, ji ba berbirsê hemu asayişê çum cem komiser, teşkilata polis, komiser gazi polisekî xwe kir û jiminre got hadise çawa qewimîye ji memurêminre beje, bila ewjî binivîsine û qeyd bike, minjîji seri heta dawî ji memure wîre got, memur’jî qeyd kir û piştre jiminre gotin, tu here mala xwe, ezê li du kurête begerim, rêça wî bişopinîm û li kube ezê bibinîm, ji tere telefon bikim…
Mehek bu şûnde telefon kirin, gotin va yeki mirî me dîtiye aniye xestexane ka werin lê birênin, ev ne kurê we Murat be, ez ne limalêbum xanimamin û kurêminî biçûk Firat çun xestexanê lê rentibun, ewê mirî ne kurême bu.
Me bist sala, li herderî, li kurê xwe geriya, lê me wî li ti ciyekî ne sahkir û nedît. Rojekî, miha 11 sala 2004 di rojnama Ülkede Gündem’de, li Swede yekî bi navên Abdulkadir Aygan ku li wir iltica kiriye û îtraf kiriye, ku wexta ew di guruba JITEM’eda fermi di xebitî, Murat Aslan li çarçiya Diyarbekir bi zorê girtiye xistiye erebê û revandiye biriye navbera Şirnak û Silopi li gunde Kortike, li wedere newalek li ber gund heye, di wê newalêda me Murat Aslan kuştiye, piştre me benzin pêdakir, şewitand, me xwelî, kevir avet ser û veşart… Pişti vê itrafa di rojnameda, em bi çar avukatan derhal çun bajarê Silopi, bi savciye Silopi em tev çun ciyê ku itrafçi bahskirîye me li wî newali geriya û me li wir hestiyên însanekî dit. Bi awayek fermi hestiyan xistin torba û yekser birin labaratoira tibbi, xûîna min û xanimamin jî girtin jibo tesbitê, ka gelo ev hestiyên kureminî bist salayê an na ? ku hatibu revandin.
çarderoj bi şûnde tesbita labaratoirê hat, ku belê ev hestiye kurêminî Murat Aslan bixweyê û rapor : % 99,9. « ji sedi notu nêh,nêh’bu » Min îdi rabu dawê vekir û ji dewlete girtina endamên JITEM, kujerên dewlete ên wê demê ku kurêmin Murat Aslan qetilkiribun, min girtina wan xwest, lê mahkemên dewleta Tirkîye heta vega jî tu gavekî navêtine û tiştek nekirine, min vê carê dosya kurê xwe, bi çend avukatên’re şand – Mahkemên mafên mirovan ên Avrupa, lê ji wir jî tu xeber nêhatiye.
Izettin Aslan : Di wê dema ditina hestiye kurêmin Murat Aslan û kujerên kurênmin, yek ji berpirsen van kuştinên bilind Abdulkerim Kirca bu, yek ji rêvebiriya ên hêza JITEM’e li Diyarbakir bu û ewjî, ji aliyê Serokkomarê Tirkîyê, wê demê A. Necdet Sezer’va hatibu xelatkirin, Serokkomar A. Necdet Sezer, wî jibo dewleta Tirkîye, bi xelata xweşmeriyê û qahramaniyê xemilandi bu. Mezinê herî bilind ên Dewlet û adaleta Tirkîye kujêrên sivil, mahsumên ên weke Murat xelat kir û ji kuştinên kurdare heta vêgajî bê denge… Ev qet nayê daqurçandin û tu mirov vê zilma han qabul nake…
S A : Mesajeki wey dawi ku wun dixwazin bejin heye ?
Ez dev ji vê dawa kurêxwe heta mirine û piştî mirinamin jî bernadim, min ji hemu malbata xwere wesiyetkiriye, jibo dosya kurê xwe Murat Aslan jibo bê şopandin. Kurêmin bi deste berbirsên dewleta Tirk hatiye qetilkirin û dewleta Tirk, bi destên serokkomarên wê demê A. Necdet Sezer, berpirsiyarên herî mezin ên kujerên kurêmin, pêsinand û wî bi madalyayan xemiland, ji edaleta dewleta Tirk îdi tu baweri û hêvîyênmin qet nemaye, li peywan ev çend hukumet tên diçin, wanjî tu tişt nekirin, loma min dosya kurêxwe bir mahkemên mafên mirovan ên Avrupayê…
Suayip Adlig