Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 19

                                                                          
                                                                   
Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Abdulkadir û Musa Kurt hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.  hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 
                                    


S A : Wun karin bahsa girtina xwe û birayê xwe bikin ?

Buyer 16 nisane 1992

Musa Kurt, rojeki leşker avêtin ser gundême Birikê, gund dused xane bu, leşkeran me gundiyan li hev top kirin, li hafa jin û zarukênme lime xistin, çêrên pis lime kirin û dawîjî, nezikî sîh malênme gundiyan şewitandin, min û birayêmin Üzeyir, tevî 16 gundîyêndin, me girtin birin kerekola Bismil. Li kerekola Bismil me yeko, yeko ji hev qetandin û lime gelek işkence kirin, piştre ez hatim berdan, lê birayêmin Üzeyir dibin çavande, ji hingave qet ne dît, ewî kuştin û cesedewî hêjî nedaneme, em nizanin çi pêkirin…

S A : Wun karin bahsa merê xwe bikin û çi bi serewî hat bejin ?

Remziye Kurt, jina Abdulkadir Kurt.
Buyer 19 nisane 1992

Merêmin Abdulkadir Kurt, li ber pez gavantiye dikir û me debara xwe bivî awayî dikir, leşker biroj wî ji çolê, ji ber pez digrin dibin qereqola bismil, pir lêdan dikin û tikeve qomayê. Dawî dixwazin wî bibin nexweşxanê, di eyni şevêda li nexweşxana dimre. Doxtor li nexweşxane, wî otopsi dikin . Di raporêda dixtor jibo Abdulkadir Kurt, ew ji ber lêdan û îşkenca dijwar can daye, rapor dike.. Me li dewlete dawê vekir, le ji mahkemên Tirkîye, me tu neticeyek rast negirt, em rabun dawa merêmin birin mahkemên mafên mirovan ya Avrupayê û li wir dewleta Tirk bi (25,000€) hat mahkum kirin.

S A : Mesajekîwey dawî ku wun dixazin bejin heye ?

Musa Kurt : Belê, Ji hinga ve em ji dewleta Tirk cesedê birayêmin Üzeyir Kurt dixwazin, lê dewleta Tirk cesedê birayemin Üzeyir Kurt kuştiye nademe.
Wexta min û birayêmin Üzeyir bi 16 gundîyave, hatibu girtin wî hindakirin em jiwan dixwazin, lê dewleta Tirk wan wî di ciyêkîda bin erdkirîye, veşartiye û ciyê wîye veşarti nabêje, jiber wexta cesed bêdîtin, kuştina bi lêdane derte, kujeriya dewleta Tirk ispat dibe, kifşdibe û hinga em karin li mahkemên mafên mirovan yên Avrupa devleta Tirk mahkum bikin. loma dewleta Tirk ceseden gelek însanên kurd kuştine, hundakirine û ciyên wan ku veşartiye nabêjin…

Suayip Adlig

 
 Bismil, 2Li nisan 2009

Back to top button