Dosya

Qetilîyama dewleta Tirk bê cezamayin – 17

               

Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata Ahmet çakici   hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin. 

S A : Wun karin bahsa merê xwe Ahmet bikin, ew bi çi awayî hat girtin û we tu his jê girt an na ?

Buyer sal 08 11 1993, li gunde çitli bahçe (gunde helhel) girêdayê Hazro’ye, ew roj bi gelek esker avêtin ser gundême, gund dused (200) xane bu, esker bi mala ket ewilî herderî geriyan lê tu tiştek nedîtin, xelke gund li meydana gund civandin, li hafa jin û zarukan li mêran ledan û gotinên pis kirin, piştre 63 malên gundiyan şewitandin.

Gelek zilam ji gund û Merêmin Ahmet jî bi wanre girtin û bixwere birin Hazroyê, em gundî, ên zilamên wan hatibun girtin li du şopa zilamên xwe ketin, en ku dilekçe ser dilekçe, ji her derire dişand, ên diçûn kerokolan, kaymekam, valiyê Diyarbakir û ê çun ji xwere avukatan geriyan..

Neh meh qediya, minjî li mêre xwe Ahmet liherderî geriya, lê min li tu ciyî wî nedît, hisek û xeberek je negirt.
Diçume kijan kerekol, hepsan digotin bi navên Ahmet çakici tu kes livira tunêye, lê çend kesên gundiyênme ku hatibun berdan, mêremin Ahmet dinasin, ku di bin lêdanêda, bi çavên xwe dîtibun û hinga hatin gund û jiminre ku Ahmet di çi rewşidaye gotin û biminre hatin savcilixê îfade dan, savci digo başe wûn herin malê, ezê li ser bisekinim, pirsiyar bikim û xebere bidim we…

Rojekî, yekjî xelkên Diyarbakir, ku ewjî girti buye û cîyê ku lê girti maye, Ahmet dîtiye, jê xwestiye,  gava tu beriyamin berdan, derkevî, here malame li ser rewşamin agahdari û xeberê bide maliyênmin, ewjî piştî hatibu berdan, ew camer hate malame, navêwî Hikmet bu û ew bixwejî tiliyên deste xwe nişaname da ku neynukên wî bi kelbetana rakiribun…

Mêremin Ahmet li tabura askeriya Devegeçidî dîtibu û li ser xwestekawî xeber jimere anibu, ku ji Ahmet dixwazin, bibe teikçiyê wan û ewjî redkiriye, jiber retkirina tetikçîtiye, xelasiyawî tine û ewê sedî sed bê kuştin…

Ku tişten pir xerap anine serewî, dane ceyranê û neynukên destên wî û pîyên wî bi çavên xwe dîteye ku bi kelbetana hatibun kişandin..

Me bi parezvaneme, Osman Baydemir li wan dawê vekir û ew kesên bi navên Hikmet ku vega paşnave wî nayê biramin, bimere hat mahkemê ayni îfade da savci û hakim. Mahkeme û dewlet înkarkir ku ew ne girtîye, ew li mintiqa Silopi û Şirnak di şerde mirî ditine.
Mejî got, piştî di şerde hatiye kuştin, ka cesedewî bînin, em tev bi hevre lê binerin ka raste an na ?

Lê dewleta Tirkî, heta vegajî cesede merimin nanin nedaneme û ezjî dev jiwan bernadim, ezê dawê bibime mahkema mafên mirovan ên Avrupayê…
Dewleta Tirkî ne dewletek bi heq, heqaniyete, ji xelke xwere nê raste, derewkere û gava dewletek li serxelkê xwe bizilmi, zorî û derêwkerbe, ew dewlet, dewlet nîne, ew dewletek eşqîyaye…

S A : mesajek we ku wun bêjin heye wûn çi dixwazin bejin ?

Bila ev dewleta Tirk ,Ahmedemin li kurêyê, çawa birin, bila wusa jî jiminre binîn, ku kuştibin, bila cesedê wî binin bidinmin, anjî hestiyen wî tespit bikin, ku ez jêra mezelek çekim û daku her hefte ez û zarukên xwe herin ser mezele wî û wî bibir binîn…

Bila ez û zarukên xwe bi hesreta wî, herin ser mezelêwî, jêra bejin em çiqas beriyawî kiriye û çiqa jê hisdikin, ku tu cari emê wî jibir nekin, hata dawiya jiyanaxwe, jêra xweş evîn bin, bêrî, êş û kela dilê xwe li ser mezelênwî deynin û kulawîya ser dilêxwe u zarukênxwe sivikin…

Em êdaletekî rast dixwazin ku were heqême bigere, kuştina merêmin kî kiribe bila bê girtin û bersiva qetilîyama xwe bide û bê ceza kirin, jibo kujer bi zanibin, bi zilmê tu kes bi sernakêvin, di zilmiyaxwede ewê bên daqurtandin, jibo li tu welat û civakekîdinde kujêriya însana xelasbibin û neminîn.
Ez dixwazim li tu ciyî, jiyana însanan li tu gund, bajar û welatan nekeve xeteriyê û karên kujerî li her deverên dinyayê xilas bibe…

Suayip Adlig


Li Diyarbakir, 29 nisane 2009

Back to top button