Qeşeyê Qibrisê: Ewê hûrmeta şaristaniyên din negrin, bê şaristanî ne

Qeşeyê Qibrisê di derbarê guhertina Ayasofyayê bi mizgeftê got: Tirk bê şaristanî ne û her dê wiha jî bimînin. Ewê me xemgîn dike eweye ku hêzên mezin ji bo berjewendiyên xwe yên aborî li beranber vê kirdara tirkiye bê helwest dimînin. Eve nîşana ewe ye ku me bira û dost û heval nîne, pêwîste em li ser lingên xwe bimînin û li benda alîkariya keseke din nebîn. Eger em bibin yek xwedê jî wê alîkar û piştevanê me be û emê bikaribin li hember hemû êş û zehmetiyan rawestîn.
Her wiha Qeşeyê Qibrisê got: Ev biryara hikûmeta tirkiye em gelek xemgîn kirin. Ev biryara wan hêza beranberê wan kêm nake û bi vê kiryarê rûyê xwe yê rastîn li dîrokê de tomar kirin. Ji ber ku heta niha jî ew fêrî rêzgirtina çand û kultura keseke din nebûn, fêrî rêzgirtina çandan nebûn, ji ber ku wan nîşandan ku wan çand û kultur nîne û ji ber wê jî rêzgirtina çandan li cem wan jî nîne.
Berdewamiya axaftina xwe de Qeşe dibêje: Tirkiye fêrî tûnekirina çand û kultur şaristaniyan bûye. Em tirkiye baş nas dikin û eve nîvê sedsalekê ye em lava ji Neteweyên Yekgirtî dikîn ku çand û kultur û şûnewarên şaristaniya me ya li tirkiye ji tûnekirinê biparêzin.