Cîhan
Yunanî dijî biryara Erdogan derdikevin

Yunanîstan ji ber biryara veguhertina Ayasofya ya desthilata Erdogan dest bi xebateke dîplomatîk kirin û ji Yekîtiya Ewrupa dixwazin zextê li Tirkiye bike û vê biryara wê bide guhertin.
Her wiha Yunanîstan xwe amade dike li civîna Komîsyona Peywendiyên Derveyê Yekîtiya Ewrupa de vê biryarê guftûgo bike. Her wiha Wezîrê Derveyê Yunanîstanê Nikos Dendias wê ji hemû welatên Ewrupa daxwazê bike ku beranber vê biryara desthilata Erdogan helwestên tund nîşan bidin.
Her wiha Yunanîstan xwe amade dike ku rêya barhilgirên tirkiye yên ku diçin Ewrupa heta 24ê temmuzê bigre û rênede wan biçin Ewrupa.