Rêveberê nahiya Derkarê li daxuyaniyekê da ragihand ku yekem care artêşa tirkiye gundê Dexlik ya li tixûbê nahiya Dêrkarê topbaran kir ku du mûşek li tixûbê wî gundî dan zevî û dexlê gund bişewitîne.
Her wiha Zêrevan Musa Rêveberê Nahiya Derkarê got: Li derengiya roja yekşemê rêkefta 13.07.2020 firokeyên tirkiye yekem care gundê Dexlik bi du mûşekan topbaran kir ku ziyanê bigihîne dexl û danên gund.
Her wiha da zanîn li çiyayê Şaxulê ya li devera Boseliyan artêşa tirkiye berdewame li ser şandina hêzên xwe û berê jî hêzeke komando ya artêşa tirkiye li wî çiyayî hatibûn bi cîh kirin.