Qendil guh nade Îmralî

Qendil guh nade Îmralî

Eve demek dirêj bû ku PKKê Abdullah Ocalan ji rojeva xwe derêxistibû. Dema Ocalan ji Qendilê daxwaz kir ku, kongreyekî li darxin û di serokatiya xwe de hinek guhertina çêbikin Qendilê guh neda Ocalan û daxwaziya Ocalan red kirin. Tê zanin ku Ocalan dixwest Cemil Bayik bê guhertin lê PKKê guh neda pêşniyarên Ocalan.

Ji hinge ve Qendilê li dijê ku tiştên Ocalan daxwaz kirî kar kir û dike. Heta çendekî behsa Ocalan jî nekirin. Lê dema ji wanre lazimbe cardin Ocalan tînin rojevê, kesek wek Osman Ocalan vê yekê nizane. Birayê Abdullah, Osman Ocalan dizane û hinek daxûyaniyên xwe de behsa vê pirsê dide, lê mixabin kesek guh nade gotinên Osman jî. Ji aliyek din ve baş tê zanin ku di nava PKKê û aliyên girêdayê PKKê de biryara dawî di destê kesên çepên marjinalên Tirk de ye.

Herî dawî hevserokê HDPê Sezai Temelî daxwaz ji hukumetê kir ku cardin pêvayoya “aşitiyê“ destpê bike ew amadene li gel hukumetê li ser maseyekî rûnin. Lê hukumetê bersiva Temellî da û aliyê hukumetê da xûyakirin ku ew hêdî bi tu awayî li gel rêxistinak ku terorist tê qebûl kirin tu pêvajoya destpê nakin. Herweha vekirî gotin ku li gel HDPê jî tiştekî bi nave “ aşiti“ yê nakin.

Piştî daxûyaniya hukumetê hevserokê HDPê Temelli da xûyakirin ku, ew tiştekî li gel vê hukumetê nakin û daxûyaniya wî xelet hatiyê tê gihandin. Temeli da xûyakirin ku, muxatabê dewletê li Îmraliye.

Niha rojane behsa tecrîta Ocalan dikin. Lê heta vê gavê tu agahdarî ji devê Ocalan û malbata wî nehatiye sehkirin. Dixweyê Ocalan jî pê hesaye ku PKK hêdî tenê wî bi kar tîne. Ji ber ku Qendil guh nade Ocalan jî.

Ev yek heja vekirî di bingeha PKKê de nayê minaqeşekirin, lê di hinek organên PKKê de ev yek babetek sereke yê gotubêjaye.

Nûçe/Analîz

1 Comment
  1. Şehrezazyên rewşan tehlîl dikin û Zanayên danîşmendîyê an Şêwra îdare dikin,dibêjin,Derenegî ji bo Bersivên dereng tên gereke xudanê derengîyê bizane ku çima Bersev zû nehat.
    Heger xudanê derengîyê xudanê şoreşê be, dema bizane Bersev dereng ma û nehat hîngê gereke bi pirse sebeb çîye ku bizane.
    Da ku mandî nebe ku îdî nikare bigehîne armanca xwe.
    Heger wusa neke ew şoreşa xema welatê xwe,nake.Hebûna kesayetîya xwe,didet ser berjewendîya neteweya xwe.
    Şehrezayên Dîroka miletên dereng mane dibêjin,Dîroka dereng mayî,bi şêretan bawer naket.Ji ber ku Dîrok ne saxleme xudanên şoreşa bi zorê Rêbazên xwe, bi tefkîrek cuda lê ferz kirîye…
    Şehrezayên rexneyên sîyasl dibêjin,Xudanên Şoreşên miletên dereng mane,gereke bi hestên nerm yên mehrebanîyê,Doza xwe têbigehin da ku qabîlî an bi nîyazek bi nezaket û bi zeka beryarên minasib di demên minasib de, qebûl bikin.
    Heger van zanyarîna tine bin bi terqîya navê însanetîyê, ne li gorî hestên neteweyê bin dibe ku her tişt wenda bibin û şoreş ji merhela xwe,bê hêvî dibe..
    Beryara Amrîka li ser Sê Kesên Qendîlê,akîkarîyê nadet an ku Dewleta Turk neçar naket aştîyek bi rûmend zûh dest pêbiket.
    Ji Beryara Amrîka tê hêvî kirin ku Abdula Ocelan vegere bibe mixatibê aştîyê.Nek Qendîl û H.D.P.
    Ewjî,Rojek di bin Eura daye..Aştîyeka nek li gorî Dîroka Kurdistanê ye..

Nerîna min :